Li gorî agahiyên ji şahidên bûyerê, beriya êrişê balefirên keşfê yên Tirk li ser herêmê geriyan e. Êriş bi fuzeyên malê Rûs pêk hat û bi temamî nayê zanîn ka komên çete yên bi desteka Tirkiyeyê yan jî yekser dewleta Tirk ev êriş pêk aniye. 

Êriş doh danê sibehê saet 08.15ʹan li benda kontrolê ya gundê Xezawiye ya navçeya Şêrawa ya Efrînê pêk hat. Di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 50 kes birîndar bûn. Nasnameya 4 welatiyên jiyana xwe ji dest dayî hat tesbîtkirin û ew ev in: Xalid Nisêm (29) ji herêma Soran a Ezazê, Etiya Mihemed Elawî (55) ji herêma Sincar a Idlibê, Nza Xezal, Yasîn Xelîl (54).  Li aliyê din 50 kesên birîndar bûyî jî rakirin nexweşxaneya Avrîn a li bajarê Efîrnê. 

Çavkaniyan diyar kir ku di êrişê de 10 fuze hatine bikaranîn. Lê belê heta saeta amadekirina nûçeyê jî bi temamî nehat zelalkirin ka mûşe ji hewayê hatine avêtin yan ji erdê û ka kê ev mûşe avêtine nehatibû zelalkirin. Ya zelal ew e ku balefirên artêşa Tirk beriya êrişî di ser herêmê re firiyan e.


 EFRÎN