TEV-DEM′ê li navçeya Mabeta ya Kantona Efrînê, Meclîsa Elewiyan vekir.
Bi armanca rêxistinkirina civaka Elewî li Kantona Efrînê li hemû warên jiyanê, TEV-DEM′ê li navçeya Mabeta, Meclîsa Elewiyên herêmê vekir.
Di vekirina Meclîsê de, Hevseroka Meclîsa Rêveber Kantonê Hêvî Mustefa, Serokê Desteya Têkîliyên Derve Silêman Cefer, Hevserokatiya Yekîtiya Êzidiyan Sûad Hiso û Ebdulrehman Şamo, Serokê Yekîtiya Kar û Barên Olan Mihemed Qasim û Endamên hemû saziyên herêmê, amade bûn.
Piştî rêzgirtinê Hêvî Mustefa û şêxê Elewî Comerd Sito axivîn û vekirina Mecîlsê li gelê Elewî û hemû gelên herêmê pîroz kirin. Piştre koma Elewî, helbest û stran gotin li ber lêxistina tembûrê.
EFRÎN