ŞERVÎN MISTEFA / ANHA / EFRÎN

Li Efrîna dagirkirî, ne mirov, xwaze jî ji binpêkirinên dagirkeriya Tirk nefilitî. Lêkirina dîwarê parçebûnê têrê nekir, vê carê dagirkeriya Tirk daristan û zeviyên çandiniyê yên Efrînê dişewitîne. Ji destpêka Gulanê ve çeteyên dewlata Tirk zêdetirî 11 hezar hektar daristan û zeviyên çandiniyê yên Efrînê di nav de darên zeytûnê jî li gund û navçeyên Efrînê şewitandin.

Dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn agir bi zeviyên çandiniyê û darên gundên Kurzêlê, Dêr Mişmişê, Basilê, herêma di navbera Kîmar û Kukebê, daristana gundê Soxinekê ya li rojhilatê gund xist. Vê şewatê tesîr li gundên Bênê û Aqîbe jî kir.

Şêniyên herêmê  hewl da agir vemirînin, lê ji ber ku herêm asê ye û nikarin avê bighêjin wan deran agir nehat vemirandin. Dema şêniyan hewl didan agirê vemirînin, çeteyên dagirkeriya Tirk bi guleyên doşka şênî kirin hedef, da ku agirî venemirînin. Tevî wê jî şêniyan hewldanên xwe dewam kirin.

   

Xwezayê talan dikin

Ji deverê Cemîl Hesen û Fewzî Meimo, hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şermezar kir û şewitandina daristan û zeviyên Efrînê weke qirrkirina xwezayê bi nav kir. Wan bang li civaka navdewletî kir da ku sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê rawestînin.