Li Efrîna dagirkirî revandina sivîlan dawam dike. Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi binpêkirina mafên mirovan û avakirina dîwaran, hewl dide Efrînê ji Sûriyê qut bike. Di ser dagirkirina kantona Efrînê re salek derbas bû. Zext û êşkenceya herî zêde li dijî sivîlan tê kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî, rojane li navend, gund û navçeyên Efrînê sivîl tên revandin. Hefteya bihurî di nav de jin jî 10 sivîl ji gundê Gemrûkê yê navçeya Mabeta hatine revandin. 4 ji wan piştî ku pere dan çeteyan, hatin berdan. Kesên hatin revandin Mihemed Îbrahîm, Hemdûş Îbrahîm, Cîhad Îbrahîm Hesen, Mihemed Nasîf Mistefa, Mihemed Îbrahîm Îsmayîlî Şiyar Mihemed, Ekrem Hesen Mihemed (60), Fîdan Şêx Hemade, Ebdo Hemo û Cîhan Seydo Reşîd in.

Li aliyê din jî şêniyê bi navê Şiyar Îbiş Elî (35) ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê hate revandin û hê jî çarenûsa wî ne diyar e. Her wiha ciwanên bi navên Cîhad Mihemed Şeiban, Elî Nezmî Horo û Mihemed Xelîl Uto ji gundê Badîna yê navçeya Mabata hatin revandin. Li navenda navçeya Mabata beriya 2 rojan Elî Soran Hemo, Mihemed Elî Şêxo Rehmo, Xebat Husên Bekir, Serbest Kalo Îbrahîm û Husên Qiroke hatin revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatin birin. Hê jî çarenûsa her du birayên bi navê Hisên (58) û Enwer Mihemed (39), 2 birayên din Xelîl (35) û Bekir Abdîn Hebeş (32) û Eslan Bêrem Sîno (33)  ên ji navçeya Mabata ne diyar e.

Xwezaya Efrînê talan dikin

Bi dagirkirina Efrînê re, kiryarên li dijî xwezayê jî didomin. Dagirker darên zeytûnan, darên li derdorê hildikin û daristanan dişewîtinin. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku çeteyên dewleta Tirk 100 darên zeytûnê yên Hemîd Mihemed Osman û Mihemed Rifat Henan ên ji gundê Avrazê, hilkirine.

 

EFRÎN