Piştî êrîşên komên çete ya li dijî bajarê Efrînê, şervanên YPG/YPJ’ê ji bo parastina herêmê ketin nava tevgerê. Li gorî çavkaniyên herêmî li serê êrîşa çeteyan şerên di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Dewleta Îslamî Iraq û Bîladî Şam(DAIŞ)/El Nusra de li herêma Cindêrisê dijwar bûye. Li gorî çavkaniyên herêmê di şerên duh û pêr de 50 çeteyên DAIŞ/El Nusra hatine kuştin. Hat ragihandin ku 3 cenazeyên çeteyan jî di destê YPG’ê de ne. her wiha di pevçûnan de endama Meclisa Leşkerî ya Efrînê ya YPJ'ê Ronahî Efrîn jî şehîd ket. Piştî êrîşa çeteyan, li Cindêrisê gel ji bo piştgiriya şervanên kurd daketin kolanan.

Li gorî agahiyan hat diyarkirin ku çeteyan El Qaîdê ji gundê Atmê û ji wargehên li ser sînorê Tirkiyeyê cihê ku konên penaberan lê hatine vedan, bi topên hawanan û çekên giran êrîşî çeperên YPG’ê yê Cindêrisê dikin. Beşek ji wargeha konan li nava sînorê Tirkiyeyê ye. Tê gotin El Qaîdeyê beşek ji çekên xwe yên giran, li wargeha penaberan bicih kirine.
Şervanên YPG û YPJ'ê, li ser banga şêniyên gundê Atmê di şeva 21-22'yê îlonê de beşek ji hêza xwe şandibû herêmê û du gir bi dest xistibû. Girên ku şervanên kurd bi dest xistine, li herêma gundên Dîva, Cemelê û Derbelûtê ne.
Ji hêla din ve piştî şerê di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ’ê de dijwar bûn, gelê Cindêrisê daket kolanan. Bi hezaran kes ji malên xwe derketin û herikîn navendên YPG'ê û Meclisa Gel. Hinek ji wan bi çekên pompeyî, keleş û çekên xwe yên şexsî hilgirtin, hatin ber navenda YPG'ê û xwestin biçin herêma şer.
Jinên temen dirêj jî ji bo şervanên YPG'ê dest bi çêkirina xwarinê kirin, zarok jî av ji şervanên YPG'ê re birin.
Şerê ku bê navber du rojan berdewam kir de, hat ragihandin ku di pevçûnan de heta niha 50 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûne. Cenazeyê 3 ji wan ketin destê YPG'ê û li ser wan jî belgeyên bi nivîsa bi zimanê rûsî hatin dîtin. Tê gotin ku di belgeyan de tê xwestin ku ji derveyî Sûriyeyê hêj zêdetir şervan bên Sûriyeyê.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî YPG'ê hatin girtin, belge û navên mijara gotinê yên hatin bi dest xistin nîşan didin ku çeteyên El Qaîdeyê ji Dagistanê ne. Di vê navberê de komên çete ji bo hejmara kuştî û birîndarên xwe veşêrin dest danî ser Nexweşxaneya Atma û ji mizgeftan banga cîhadê kirin.
Ji hêla din ve hat ragihandin ku di şer de Endama Meclisa Leşkerî ya Efrînê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ronahî Efrîn jî jiyana xwe ji dest daye. 

EFRÎN