
RONÎDA HACÎ/ANHA/TIL TEMIR
Hevseroka Desteya Turîzm û Parastina Şûnwarên Dîrokî ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Yûnîs dewlemendiya şûnwarên dîrokî yên bajarê Til Temir nirxand û dest nîşan kir ku li Til Temir dîrokeke pir dewlemend heye û got, “Bi salan e ku şûnwarên dîrokî bi destê Rejîma Baasê hatine windakirin. Lê piştî Rêveberiya Xweser ev yek tê guherandin.”
Bêrîvanê diyar kir ku li ser vî esasî, weke Desteya Turîzm û Parastina Şûnwaran, wan jî dest bi hemleyekê kiriye û anî ziman ku destpêkê semîneran ji bo komîn û meclîsan didin da ku bizanibin dîroka vê herêmê çi ye û çawa dikarin dîroka wê biparêzin.
Hezar û 600 cihên dîrokî hene
Bêrîvanê, li ser berpirsiyariya parastina Şûnwarên dîrokî ya hemû saziyan jî got, “Em her çiqas hejmara xwe zêde bikin û têkîliya xwe bi saziyan re çêkin, em ewqasî dikarin karên xwe xurttir bikin. Li Kantona Cizîrê hezar û 600 cihên dîrokî hene. Êdî ji her kesekî tê xwestin ku bi rihê komînal parastina cihê dîrokî bike. Ji ber ku dîrokeke winda, tê wateya gelekî winda. Em çawa dikarin bi hev re şaristaniya van axan derxin holê. Li ser vî esasî îro em şoreşekê bi rê ve dibin. Li ser esasê fikrên Neteweya-demokartîk û biratiya gelan ev bingeh bi gewde dibe. Dîroka me û şûnwarên me jî hevbeş in.”
‘Şûnwarên dîrokî tên parastin’
Bêrîvanê dest nîşan kir ku demên bihurî serdana şûnwaran qedexe bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê niha tenê parastina wê ji wan tê xwestin. Di demên pêş de derfet çêbin û rewşa ewlekariyê baştir bibe, em ê hinekî zêdetir kar bikin. Şande tên û bi erêkirina me di nav girên werin hilbijartin, vekolînan dikin. Li rastiya dîrokê digerin û derdixin holê. Dîroka me winda ye. Heta dîroka me rast were nivîsandin ked û xebatên me dê berfirehtir bibin. Ji bo wê jî divê em li dîroka xwe xwedî derkevin û em karibin şûnwarên xwe biparêzin. Bi vî rengî êdî wê dîroka rast derkeve holê.”