Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir, piştre endama rêvebiriya Konfederasyona Xwendekarên Welatparêzên Kurd Rûken Çarcêla, ji xwendekaran re axivî, Çarcêla diyar kir ku  konfedrasiyon bi riya komîteyên, Zimanê Kurdî, Kar û barên jinan, çand û hener, komîta têkiliyan, komîta werzîş û parastina xwezayê, karên xwe birêve dibe." Çarcêla wiha dom kir: "Di vê pêvahoyê de berpirsyariya pêşengiya gel ketiye ser milê xwendekaran."

Çarcêla di axaftina xwe de diyar kir ku nifşên mezin yên civakê kar û barên civakê xistine dest xwe û rê nadin ciwanan ku rêberiya şoreşê bikin. Di civînê de ji bo rêvebiriya demkî meclîsa ji 8 endaman hate destnîşan kirin. Civîn bi pirs û giftûgoyan berdewam kir. 

EFRÎN