
6’emîn Mîhrîcana Rojên Şano ya Êlihê ya ji aliyê Şaredariya Êlihê ve tê organîzekirin, li ber Navenda Çanda Kurd a Mizgîn ber bi Sînemaya Yilmaz Guney ve bi tevlibûna hunermend, komên cuda û hunerhezan start da. Meşa ku wek karnavalekê dest pê kir Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel û Alîkara Hevşaredar Semra Guneş û endamên meclisê jî beşdar bûn. Di meşa rastî eleqeyeke zêde ya êlihiyan hat de pankarta: “Hûn bi xêr hatin 6’emîn Rojên Şanoyê ya Êlihê” hat vekirin li ber Sînameya Yilmaz Guney bi dawî bû.
Hevşaredar Akel li vir axivî û wiha got: “Li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên li dijî ziman û çanda kurd em dibêjin mîhrîcana me ya şanoyê jî têkoşînek e. Dik, qad û pêşandanên me hemû parçeyekî vê têkoşînê ne. Ez her kesên ked û tevkarî li vê têkoşînê kirin spas û pîroz dikim.”
Piştî axaftinê di çarçoveya yekemîn roja mîhrîcanê de takên li Parka Ataturk hatin boyaxkirin, atolyeyên aktîvasyona fizîkî, şanoya kolanan, jonklor, mîm-mask hatin pêşandan. Her wiha pêşangeha wêneyan a bi navê “Deng bidin Kobanê” jî hat vekirin. Mîhrîcan bi enstumantala Orkestreya Heskîfê dewam kir.
Pêşengeha Azadiya Welat
Di çarçoveya mîhrîcana şanoyê de pêşangeha rojnameya Azadiya Welat ku jî manşetên salên di navbera 1992 û 2015’an de hatine niqandin û pêşangeha wêneyan a bi navê ‘Deng bidin Kobanê’ ku behsa berxwedana li Kobanê dike hatin vekirin. Dê ev her du pêşangehên ku li kêleka Sînemaya Yilmaz Guney hatin vekirin jî heta dawiya mîhrîcanê dê malovaniyê bikin. Di manşetên Azadiya Welat de dê gel derfetê bibîne ku sal bi sal li peresîna têkoşîn û geşedanan şahidî bikin. Wêneyên Kobanê jî ji wêneyên nûçegihanên ku şahidî li wê berxwedana dîrokî kirine hatine niqandin.
Şeş Tilî jî li Êlihê ye
Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi du lîstikan beşdarî mîhrîcanê dibe. Şanoya Bajar a Şaredariya Mezin jî bi lîstikên Muzîkjenên Bremenê û Destê Şeş Tilî beşdarî vê mîhrîcanê dibe.
Muzîkjenên Bremênê ku wergera wê ya Kurdî bi destê Dilawer Zeraq hatiye kirin û Ruknettîn Gun derhêneriya wê dike, 21-22’yê gulanê saet 12.00’an li Şanoya Hunerê ya Êlihê tê pêşkêşkirin. Lîstikvanên vê lîstikê Mesut Erencî, Bora Çelîk, Rêzan Kaya, Gulê Ozalp Ulusoy û Rojda Esen in.
Lîstika Destê Şeş Tilî jî bi pênûsa Ehmed Osman hatiye nivîsandin, derhêneriya wê Yavuz Akkuzu dike û 22’yê gulanê saet 18.00’an li Şanoya Hunerê ya Êlihê derdikeve pêş şanohezan. Di vê lîstikê de Ozcan Ateş, Leyla Batgî, Elvan Koçer û Kemal Ulusoy dilîzin û dengbêj Axîn Biro jî bi stranên xwe beşdariya wan dike.
ANF/ÊLIH