Di çarçoveya çalakiyên Roja Şanoyê ya Cîhanê de li Êlihê ev 4 sal in ku bi navê Rojên Şanoyê ya Êlihê mîhrîcana şanoyê pêk tê. Mîhrîcana ku wê heta 31’ê Adarê berdewam bike li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney bi resepsiyonekê dest pê kir. Di resepsiyonê de parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, rêveber û endamên BDP’ê, hunermend û bi dehan kes amade bûn.
Di marasîma vekirinê de jiyan û têkoşîna şanoger Erdogan kahraman ê bi nasnav Yekta Herekol ku di 27’ê Adara 2004’an de li bajarê Heleb a Sûriyeyê ji bo ku komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike bedana xwe dabû ber agir, hat vegotin. Piştre ji bo bîranîna şanogerên di riya demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane sînevîzyoneke hat pêşandan.  

Rola hunerê


Paşê BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku ji bo pêşketina hişmendiya neteweyî rola şanoyê gelek girîng e û weha got: “Îro roj dem hatiye ku em xwe bi şano û helbestên xwe vebêjin. Tiştê ku hunermend dikarin bikin, siyasetmedar nikarin bikin. Di vê serdema nû de rol û mîsyona hunermendan zêdetir e û divê ku ew jî li gorî vê hişmendiyê rol û rista xwe pêk bînin.”  
Cîgirê şaredarê Êlihê Serhat Temel jî diyar kir ku ewê ji îro û pê de hîn zêdetir giranî bidin xebatên çandî û hunerî.

Koma ji Silêmaniyê


Piştî axaftinan koma şanoyê ku ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê  Kurdistanê hatibû lîstika xwe ya bi navê “Li ber dergehê derve” pêşkêş kirin. Lîstika ku ji berhema nivîskarê alman Wolfgang Borschrt hatibû amadekirin behsa wêranî û trajediyên ku 2’yemîn Şerê Cîhanê li dû xwe hiştine dike. Mîhrîcan wê 31’ê Adarê dê bi dawî bibe.


DÎHA/ ÊLIH