Hikûmeta Elman a Federal û hikûmetên eyaletan li hev kiribûn ku tevdîrên ji ber krîza koronayê hinekî sist bikin. Lê tam wê çi bibe? Çi guherî û çi weke berê ma? Me ji bo bersiva van pirsan lîste amade kirin. Fermo xwe agahdar bikin: Tevdîrên ku diguherin jî ev in: • Dikanên ku mezinahiya wan heta bi 800 metreyên bi çarçik e, ji sibe û pê ve bi şertên tevdîrên koronayê yên li jor diyarkirî, dikarin vekirîbin. • Dikanên firotina erebeyan, dikanên bisiklêtan û kitêbfiroş, ji 800 metroyên bi çarçik mezintir jî bin wê karibin deriyên xwe vekin. • Dibistan ji 4’ê Gulanê û pê ve, pêşî ji bo sinifên ku wê dibistanekê biqedînin û yên ku sala bê wê bikevin îmtîhanê, hêdî hêdî wê şagirtan bihewînin. Ji bo dibistana destpêkê jî, sinifa herî dawiyê dikare dest bi dersan bike. Beriya destpêkirina dersan divê şertên paqijiyê ji bo şagirtan bên bicihanîn. Wekî din veguheztina şagirtan jî bê misogerkirin. • Konferansa wezîrên çandê ya 29’ê Nîsanê wê konseptekê ji bo gavên paşê bi pêş bixe. • Li Dibistanên Bilind îmtîhan wê karibin bên kirin. Wekî din dersên ku ji bo wan mekanên taybet ên labaratuwarê û kar hewce ne, bi şertên pêkanîna tevdîrên pêwîst, destûra wan dikare bê dayîn. • Berber jî ji 4’ê Gulanê û pê ve bi şertê bicihanîna tevdîrên taybet ên paqijiyê, dikarin dikanên xwe vekin. Tevdîrên weke xwe dimînin: • Sînordakirinên nêzîkî li hevkirinê dimînin. Mesafeya herî kêm jî weke berê 1.5 metro dimîne. Binpêkirina vê jî wê weke berê karibe bê cezakirin. • Wekî din li derve mirov wê yan bi tenê, yan jî herî zêde bi kesekî ne ji malê re bin. Tevî xelkê ji heman malê mirov wê karibe biçe derve. • Çalakiyên mezin ên weke lîstikên futbolê weke berê qedexe ne heta 31’ê Tebaxê. Serokwezîrê eyaleta NRW Armin Laschet doh êvarê got, vê sezonê li ber temaşevanan êdî ti maça futbolê wê neyê lîstin. • Qedexeya civanên li perestgehên weke dêr û mizgeftan jî li Elmanyayê dewam dike. • Restoran jî wê hê girtî bimînin. Tenê yên ku xwarinê dibin malan, yan jî tenê didin dest mişteriyan da ku li mala xwe bixwin, nakevin ber vê qedexeyê. • Saziyên çandê jî girtî dimînin. • Baxçeyên heywanan û baxçeyên botanîk jî girtî dimînin. • Mekanên lîstika ji bo zarokan û holên sporê jî girtî ne. • Dikanên miqatebûna li bedenê yên weke studyoyên kozmetîkê, yên masajê, yên deqandinê jî girtî dimînin. Berber nakevin ber vê qedexeyê. • Ger û geştên li nava Elmanyayê jî qedexe ne (Qedexeya derketina derveyî Elmanyayê jî dewam dike). Hotel wê tenê ji bo kesên gerê ji mecbûrî dikin li nava Elmanyayê vekirî bin. Ji bo tûrîstan û ger û geşta kêfê qedexe dewam dike. BERLÎN