
Wezareta Navxweyî ya Elmanya di pirsnameyekê de ku ji hêla Partiya Çepgir ve li ser qedexekirina alayên YPG’ê û partî û dezgehên Kurd hate dayin de pirs bersivand û got, ‘’Kurd bi alayên YPG’ê propagandaya PKK’ê dikin’’ û xwest ku qedexeya li ser PKK’ê were berfirehkirin. Wekîla Partiya Çepgir Ulla Jelpke jî got, ‘’Ev daxuyanî tê wê wateyê ku alaya YPG’ê ji bilî Kurdan ji her kesî re serbest e.’’
Wezareta Navxweyî yê Elman 2’yê Adara 2017’an bi giştî nameyekê ku şandibû eyaletan ala û filamayên PYD, YPG, YPJ, PJAK, YXK, NADEM’ê û gelek sazî û dezgehên Kurd qedexe kiribûn û wezaretê ev giştîname weke rojanekirina qedexeya li ser PKK’ê ya Elmanya ku 1993’an hatibû standin aşkere kiribû.
Partiya Çepgir hem mijar biribû Meclîsa Federal û hem jî bi daxwaza ku were bersivandin pirsnameyek dabû Hikûmeta Federal. Di pirsnameyê de ku bi pêşengiya Ulla Jelpke de hatibû amadekirin, li ser geşedanên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, rexne li berfirehkirina qedexeya li ser PKK’ê hat kişandin. Partiya Çepgir bi taybetî têkoşîna bi pêşengiya YPG/YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê bi bîr xist û xwest ku bersiv ji bo van pirsan were dayan
* Lîsteya ala û sembolên hatine qedexekirin kîjan saziya dewletê û li gorî kîjan krîteran hazir kiriye?
* Kîjan eyalet bi kîjan astê vê lîsteyê disepîne?
* Amadekariya lîsteyê kengî dest pê kir?
* Çima lîste niha hate rojanekirin û aşkerekirin?
Di nîsana 2016’an de dest bi çêkirina lîsteyê kirine
Wezareta Navxweyî ya Federal bersiv da pirsên Partiya Çepgir. Di bersivê de ku 17’ê Nîsanê bersiv hatibû dayin, bi rengekî sergritî û kurt bersiv hate dayin. Di bersivê de gotinên ku bi biryara 1993’yê re dikevin nakokiyê hebûn.
Wezaretê diyar kir ku amadekariyên berfirehkirina qedexeya li ser PKK’ê Nîsana 2016’an dest pê kiriye. Ev jî dibe ew dema ku li Kurdistanê şer dijwar bûye û rejîma Erdogan li ser Kurdan teror zêde kiriye. Wezaretê diyar kir aşkerekirina lîsteyê ya di heftiya pêşî ya adarê de ti têkiliya xwe bi sûcdariya Serokkomarê Tirk Erdogan re nîn e ku, Elmanya bi ‘destekdayina rêxistinên terorê’ sûcdar kiribû.
Bersivên wezaretê nakok in
Wezareta Navxweyî diyar kir sedema berfirehkirina qedexeyê û sedema qedexeya 1993’an ji ber sedema ‘ewlehiya navxweyî ya Elmanyayê ye’’ Lê hikûmeta Helmût Kohl dema ku ev qedexe 1993’an anî, gotibû PKK ji ber sedema berjewendiyê derve ve hatiye qedexekirin û wiha hatibû gotin: ‘’Li ser berjewendiyên Elman gef hene. Çalakiyên tundiyê ziyanê didin têkiliyên me yên bi Tirkiyê re. Heke em zêdetir destûrê bidin xebatên PKK’ê wê polîtiya ewlehiyê ya derve ya Elman bixe nîqaş û wê baweriya şîrikên me ku em nirx didinê bihejîne.’’
Wezaretê got PKK û rêxistinên din dixwazin li Tirkiye, Sûrî, Îran û Iraqê dewleteke neteweyî ava bikin û hate gotin: ‘’Elmanya diyar dike, li vê herêmê avakirina dewletekê binpêkirina yasayên navdewletî ye.’’
YPG ne tehdît e lê dîsa jî bila hebe!
Bersiva qedexeya li ser alayên YPG, YPJ, PYD’ê jî xwedî nakok e. Wezaretê got, ‘’YPG ewlehiya navxweyî ya Elman tehdîd nake’ Wezaretê diyar kir qedexeya li ser PKK’ê hatiye berfirehkirin û ev biryar hatiye standin û got: “Dadgehên serbixwe wê biryara cezayê li ser hilgirtina sembolên qedexe ya di lîsteyê de bidin.’’
Hate gotin Kurd di çalakiyên xwe de bi alayên YPG/YPJ û PYD’ê propagandaya PKK’ê dikin û ji bo vê jî ev sembol li lîsteyê hatine zêdekirin.
Hinceta wezaretê skandal e
Wekîla Partiya Çepgir Ulla Jelpke bersivên ji bo pirsnameyê ji ANF’ê re nirxand û got: ‘’Daxuyiya wezaretê tê wê maneyê ku ji bilî Kurdan her kes dikare alayên YPG’ê hilgire. Ango di çalakiyê de ku tenê ji Elmanan pêk tê û Kurd lê nebin alayên YPG’ê dikarin werin hildan. Wezaretê biryareke skandal daye.’’
Jelpke diyar kir di nav çarçoweya qedexeya PKK’ê de wezaretê sembolên qedexekirî 2009’an rojane kiriye û diyar kir piştî demeke dirêj lîste çima hatiye rojanekirin, di daxuyaniyeke ku mirov qanih bike ji bo raya giştî nehatiye dayin.
PERWER YAŞ / BERLÎN / ANF