Li Elmanya û Swêdê, bi pêşengiya jinên Kurdistanî çalakiyên bi rasthatina 25’ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinê, hatin lidarxistin. 

Li paytexta Elmanya Berlînê, Meclîsa Jinê ya DEST-DAN li lokala NAV-DEM’ê panelek bi mijara “Jin, şidet û çareserî” li dar xist. Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç li panelê axivî, got, divê têkoşîna bi heybet a jinên Kurd a li dijî şîdeta mêr û dewletê bê dîtin. Koç got, “Berxwedaneke welê ye ku li rojeva cihanê rûniştiye. Dibe ku bi berxwedana li dijî DAIŞ‘ê re berxwedana jinê derketiye asta herî bilind. Lê belê jinên Kurd xwedî têkoşîneke çil salî ne.” Panel bi pirs û bersivan dewam kir.


Civak û dewlet aliyên şidetê ne

Li bajarê Elmanyayê Wuppertalê bi heman armancê semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan li Navenda Çanda Kurd pêk hat, Zeynep Guner axivî û li ser berpirsyariya civak û dewletê ya di şîdeta dijî jinê de agahî dan. Piştî semînerê, Meclîsa Jinê ya Viyan û Courage (Rêxistina Jinan) li ber avahiya C&A´yê çalakiyeke hevpar li dar xist. Tevî jinên Kurd, jinên Elman û Tirkiyeyî jî tevlî çalakiyê bûn.

‘Hevjiyana Azad’

Li bajarên Soderhamn, Gavle, Orebro û Stockholm ên Swêdê, bi mijara “hevjiyana azad” semîner hatin dayîn. Di semîneran de bandora modernîteya kapîtalîst li ser Kurdên li Ewrûpayê hate nîqaşkirin û feraseta azadiya sexte hate rexnekirin. Qisekeran destnîşan kir ku divê zarokên Kurd ên li Ewrûpayê bi rastiya civaka exlaqî û polîtîk li ser bingeha nasnameya xwe bên mezinkirin. 


NAVENDA NÛÇEYAN