Seferên trenan ên li garên mezin ên li Elmanyayê doh sibehî sekinînin.

Sendîkayên rêyên hesinî yên Elmanyayê, ji bo zêdekirina maeşên karkeran dest bi grevê kir. Ji ber grevê gelek seferên trenan hatin betalkirin û ên mayî jî hatin derengxistin.

Şîrketa rêyên hesinî Deutsche Bahn ragihand ku seferên navbera herêman qut bûne. Hate gotin, grev bi giranî bandorê li trenên bi lez (ICE) û trenên mesafeyên navîn (IC û RE) dike. Li eyaleta Bavyerayê bi xwe temamiya seferên trenan rawestiyan. Hin danûstandinên navbera şirketê û sendîkayan, bêyî lihevkirinê qediyan. Sendîka ji bo 160 hezar xebatkaran dixwaze maeş ji sedî 7.5 bê zêdekirin.

 

FRANKFURT