Li gorî agahiyên Die Tageszeitungê (TAZ), hejmara van dosyayên doza penaberiyê 1719 e. Ji van 1510 Kurd in û ji Bakurê Kurdistanê ne. Par tevahiya salê 1428 dosyayên doza penaberiyê ya Kurdên ji Bakurê Kurdistanê li Elmanyayê hatibûn qeydkirin.

Rojname her wiha îşaret bi êrişên artêşa Tirk li dijî Bakurê Kurdistanê dike û dibêje, çav li rê ye ku di nîvê duyem ê salê de ev hejmar gelekî zêdetir bibe. 


 FRANKFURT