Li Mala Êdîdiyan a Emmerich ê bi munasebeta piştgiriya namzetên Kurd ên di lîsteya Die Linke de dikevin hilbijartinê Alî Atalan û Hamîde Akbayir civînek hate organîze kirin. Ji bo civînê eleqeyeke mezin hate nîşan dan. Di civînê de Parlementerê BDP'ê Halîk Aksoy jî amade bû. Her wiha Serokê FKÊ Pêşîmam Hiznî, Serokê YEK-KOM'ê Yuksel Koç û Serokê Mala Êzîdiyan a Emmerichê Sileman Demir jî beşdarî civînê bûn.
Parlementerê BDP'ê Halîl Aksoy di destpêka civînê de axifî. Aksoy pêvajo nirxand û li ser girîngiya çanda Êzdayetiyê ya di parastina çanda Kurd de jî axifî. Aksoy ku banga rêxistinbûyîn hu xwedîderketina li saziyan li elê Kurd kir xwest di hilbijartina 13'ê Gulan a 2012'an de Kurd dengê xwe bidin partiya Die Linke. Namzetê partiya Die Linke Alî Atalan jî dic ivînê de axifî û li ser girîngiya qada dîplomasî û lobiyê ya ji bo gelê Kurd kir. Atalan destnîşan kir ku ewê hewldanên xwe ji bo nasandin û balkişandina ser têkoşîna Kurdan di her şert û mercî de bidomînin.
Dîsa rewşenbîrên Kurd Îbrahîm Bulut û Sayim Ekînci jî di civînê de amade bûn û peyamên piştgiriyê dan. 

DUISBURG