Li girava Lambokê ya li başûrê Endonezyayê, roja Yekşemê bi hêza 6,9´ê erd hejiya. Hejmara kesên mirin, heta doh piştî nîvrojê gihiştibû 142´yê.

Piştî ya sereke, gelek erdhejên paşbir çêbûn. Li gorî ajansa Elmanya DPA’yê 142 kes mirin û 1200 turîstên biyanî jî hatin tehliyekirin.

Piştî erdhejê rayedaran ji bo tsûnamiyê hişyar kir û ev jî bû sedema panîkê. Şopên tsûnamiya sala 2004’an ku bûbû sedema mirina 228 hezar mirovan û ji van 130 hezar kes (texmîn ji vê dibihurin û digihîjin 167 hezaran) hê jî di hafizaya welatiyên herêmê de ye. Hate diyarkirin ku mirinên ji ber erdheja Lombokê zêdetir li herêmên çiyayî çêbûne.

Beriya hefteyekê li rojhilatê Baliyê li heman giravê erdhej çêbûbû û 17 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di erdheja li Lambokê de bi sedan avahî hilweşiyabûn. 

 

BALÎ