Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Erdîşe ku di hezirana 2010'an de li kolana Zîlan a navçeya Erdîşa Wanê hate vekirin, di demek pir kin de rastî eleqeyek gelek mezin tê. Komeleya ku piştî erdhejê de cihê xwe guhest û anî rawestgeha Eganîsê niha rastî eleqeyek mezin tê. Komeleya KURDÎ-DER'ê ku 4 rêveberê wê girtî ne, bi kurs û dersên ku dide bala her kesî dikişîne ser xwe. Komele di atolyeyan de dersên wêje, matematik, dîrok û erdnîgariyê dide û xwendekaran di her qadê de perwerde dike. Şaxa KURDÎ-DER'ê ku 190 xwendekaran sertifika wergirtin, niha 80 xwendekar lê dersê dibînin. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Erdîşê Cevdet Zîlanli, anî ziman ku serlêdan pir zêde ye û di bersîvdayîna xwendekaran de zahmetiyê dijîn. Zîlanli anî ziman ku niha 3 hîndekarê wan û bi 3 hîndekaran dersa zimanê zikmakî didin. Zîlanli, da zanîn ku her diçe eleqeya li hemberî Kurdî zêde dibe û hêjmara xwendekaran jî zêde dibe.

Zîlanli, anî ziman ku di 15'ê Gulana 2012'an de di bin navê operasyona KCK'ê de polîsan bi ser komeleya wan de girt û di serdegirtina komeleyê de polîsan hemû alav û amûrê wan desteser kirin. Zîlanli, anî ziman ku polîsan di operasyonê de rêveberê wan Necmettîn Açik, Omer Sayiner, Mahmut Çelebî, Abdurahman Çagan binçavkirin û piştre girtin. Zîlanli, da zanîn ku ger derfetên wan ên cih û war û aborî hebin dê karibin 500 xwendekaran perwerde bikin û wiha got: "Em niha 80 xwendekaran perwerde dikin. Niha 4 rêveberên me girtî ne. Em di gelek beşan de dersê didin. Gelê navçeyê eleqeyek mezin nîşanî ziman didin."
Zîlanli da zanîn ku pirsgirêka wan a cih heye û niha tenê bi 3 polan hewl didin dersan bidin û wiha got: "Li herêmê zimanê Kurdî, Acem û Tirkî ketiye nava hev. Kurdên Erdîşê bi qasî zimanê zikmakî Tirkî jî baş dizanin. Bi salan e li ser gelê Kurd polîtikayên pişaftinê tên meşandin. Ji ber polîtîkayên pişaftin û zextên li ser ziman zêde dibin, eleqeya mirovan a li hemberî zimanê zikmakî jî zêde dibe. Eleqeyek pir mezin heye. Lê ji ber pirsgirêkên aborî û cih em nikarin bibin pirsîva daxwazan. Ger ku derfetên aborî û cih bên dayîn em dikarin 500 xwendekaran perwerde bikin."


ÎDRÎS YILMAZ / DÎHA/WAN