34’emîn Salvegera 15’ê Tebaxê li Erîwanê ya ku paytexta Ermenistanê ye bi şahiyeke hate pîrozkirin.

Şahî ji hêla Komîteya Kurdistaniyên li Ermenîstanê ve hate lidarxistin. Gelek welatiyên Kurd ên li Ermenîstanê û nûnerên sazî û rêxistinan tevlî şahiyê bûn.

Nûnera jinên Gurcîstanê Gulnaz Egîd jî tevlî şahiyê bû û behsa giringiya 15’ê Tebaxê kir. Dîsa li ser navê Komîteya Kurdistaniyan Milo Keleşyan jî axivî û bal kişand li ser rola dîrokî ya pêngavê, kesayetiya Fermandar Egîd.

Şahî li ber stranên hunermendên weke Berbang, Berfîn Mamedova, hunermendên xwecihî û hunermendên Ermenî bi govendê hat pîrozkirin.

 

ERÎWAN