FRANKFURT: Meşa protestoyî danê êvarê li gara navendî destpê kir, li Romerplatz a li navenda bajêr qediya. Di dema meşê de, polîsan hewl dan 13 ciwanan binçav bikin. 12 ciwan, piştî kontrola nasnameyê hatin berdan. Lê ciwanek hat binçavkirin.

HAMBURG: Li bajarê Elmanyayê Hambûrgê, Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Ocalan meşiyan. Çalakger ber bi avahiya televizyona NDR’ê ve meşiyan û ji çapemeniya Elman xwestin, cih bide rewşa Ocalan. Piştî meşê, li ber avahiya NDR’ê mîtîngek hat lidarxistin û dosyayek radestî rayedarên televîzyonê hat kirin. Li ser navê Midûriyeta Weşanê ya NDR’ê Maro Otto da xuyakirin, ku ew ê daxwazên wan bigihînin cihên peywendîdar û paşê têkiliyê bi heyetê re deyne.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê jî bi qasî hezar kesî bi heman armancê meşiyan. Di çalakiyê de her wiha girtina rojnameya Ozgur Gundemê û qetilkirina nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî hat şermezarkirin. Girseya gel li Hermanplatzê civiya û heta navenda Kreûtzbergê meşiya.

DUSSELDORF: Ji bo azadiya Ocalan bi qasî hezar Kurdistanî û dostên wan li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya bajarê Dusseldorfê civiyan. Li dû meşeke protestoyî girseyê li ber avahiya Parlamenta Eyaletê mîtîngek li dar xist. Li ser navê NAV-DEM’ê Halît Taşkin îşaret bi fikarên gelê Kurd ên li ser rewşa Ocalan kir û ji Yekîtiya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) xwest, derhal tedbîran bigirin û heyetekê bişînin Îmraliyê.

MONTPEILLER: Li bajarê başûrê Franseyê Montpellier, îmzeyên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berhevkirin, bi mîtîngekê ji CPT´yê re hatin şandin. Mîtîng li ber postxaneya mezin a li bajêr pêk hat û belavokên li ser mijarê hatin belavkirin.

NANTES: Li bajarê Franseyê Nantesê li ser banga NCDK a Engîn Sîncer û Komeleya Jinê ya Zînê li Gara Trenê ya Navendî çalakiya dagirkirinê hat lidarxistin. Posterên Ocalan li nava garê hatin daliqandin.

RENNES: Ji bo rakirina tecrîdê li bajarê Franseyê Rennesê jî bi beşdariya 500 kesî meşek hat lidarxistin. Piştre li Place de la Mairie mîtîngek hat lidarxistin. 

TOULOUSE: Li bajarê Franseyê Toulouseê ciwanên Kurd ji bo rakirina tecrîda li dijî Ocalan li meydana Capîtolê çalakiya rûniştinê pêk anîn û raya giştî li ser mijarê agahdar kirin.

BELLIZONA: Li dijî tecrîdkirina Ocalan, li bajarê Swîsreyê Bellizonayê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Di çalakiya li Centro de her wiha belavok li ser rewşa Ocalan hatin belavkirin.

ANVERS: Li bajarê Belçîkayê Anversê Kurdistanî bi pêşengiyaNCDK û Komeleya Jinê ya Şehîd Bêrîtan civiyan û li meydana Saint Janspleinê çalakiyek li dar xist. 

ROTTERDAM: Kurdên li bajarê Holandeyê Rotterdamê ji bo azadiya Ocalan meşiyan. Qenalên televîzyonê û rojnameyên Holandî jî dîmenên meşê kişandin û hevpeyvîn kirin. Di meşê de komek ji faşîstên Tirk hewl da provokasyonê bike.

LONDON: Rêxistina Ciwanên Azad UK bi meşekê daxwaza azadiya Ocalan kir li paytexta Ingilistanê Londonê. Piştî ku li stasyona trenê ya Manor House daxuyanî hat dayîn, girse ber bi Harîngeyê ve meşiya. Endamên Ciwanên Azad UK rêya li herêma Harîngeyê li çûnûhatinê girt û meşaleyên bi rengên kesk, sor û zer vêxistin.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN