Li Ewropayê bikaranîna dengan a ji bo hilbijartinên giştî destpê kir. HDP’yî heta 31’ê Gulanê wê ewlekariya sindoqan bigirin û di konên bên vedan de wê xebatên xwe bidomînin. Kesên deng bi kar anîn bang li tevayî Kurd û Tirkiyeyiyan kirin ku dengên xwe bikar bînin. Li Essen û Dortmundê di adresên deng bên bikaranîn de guhertin çêbû.

HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê gel, ji bo hilbijartinên giştî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çû ser sindoqan. 

Bikaranîna dengan saet 10.00’an destpê kir. Li qada fûarê 4 sindoq hatin danîn. Hilbijêr heta saet 19.00’ê êvarî dikarin dengên xwe bikar bînin. Wê bikaranîna denga 24 rojan bidome.

Koordînasyona HDP’ê, bi muşahîdên sindoqan re çû qada deng lê tên bikaranîn.

Sindoq li Messe Halle 21 West Hannover hatin danîn.

Koordînasyonê ji bo veguhastinê agahî da û got: "Veguhastin bi tramvay û trenan çêdibe. Bi Tramvay 8 û trenên tên Messe Nort hilbijêr dikarin bi rehetî xwe bigihînin cihê bikaranîna dengan.

FRANKFURT: Li eyaleta Hessen a Elmanyê jî li Konsolosxaneya Frankfurt a Tirk li 8 sindoqên hatine danîn wê deng bên bikaranîn. Saet 10.00’an muşahîdên tevayî partiyan cihê xwe girtin.

Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Hessen jî wê heta 31’ê Gulanê bi 200 muşahîdî re bixebite. Her wiha li ber konsolosxaneyê jî wê komîsyoneke hilbijartinê ya ji 3 kesan wezîfedar be.

BORDEAÛX: Li bajarê Fransa Bordeaûxê dengdayîn destpê kir. Nûner û çavdêrên HDP'ê yên Bordeaûxê wê ji îro heta 31'ê Gulanê ji bo ewlekariya sindoqan bixebitin. Her wiha konê hilbijartinê yê HDP'ê yê li pêşberî konsolosiyê hatiye vedan, wê heta 31'ê Gulanê vekirî be û xizmetê bide hilbijêran.

PARÎS: Hilbijêrên li herêma Villnöuve Saintjgeorges a paytexta Fransa Parîsê dijîn, li Navenda Çandê ya Cegerxwîn kom bûn û bi konvoyek ji 150 wesayîtî çûn Konsolosiya Tirkiyeyê û dengê xwe bikar anîn. Bi qasî 500 Kurdên li vir dengê xwe bikar anîn, bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn kirin, ku dengê xwe bikar bînin.


Li Essen û Dortmûndê cihê dengdanê

Ji bo Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarên Elmanya Essen û Dortmûndê dijîn, navnîşana deng lê were bikaranîn hat guhertin.

Hilbijêr wê li navnîşana 'Westhoff str. 22, 44145, Dortmund' dengê xwe bikar bînin.