Li bajarên Ewropayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê û komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, dewam dikin. Li Bajarên Ingilistan London û Brightonê, li bajarên Îtalya Bologna, Roma, Fîrenzeyê, li peytexta Yewnanistanê Atîna û li Qibrisê jî Kurdistaniyan û dostên wan hem bêbextiya navneteweyî û hem jî komkujiyên dewleta Tirk şermezarkirin.
London: Li paytexta Ingilistanê Londonê, komkujiyên AKP´ê li Cizîr û tevahiya Bakurê Kurdistanê dike, bi çalakiya 'xeleka ji mirovanan' hat şermezarkirin.
Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê, bi sedan kes li ber Serokwezaretiya Îngilîstanê li hev civiyan û dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de çalakgeran bi destê hev girt û xelekek ji sedan metreyî ya ji mirovan çêkir.
Girseya gel ji ber avahiya Serokwezaretiyê ber bi navenda bajêr ve meşiya. Gelek polîs bi çalakgeran re meşiyan û helîkopterê jî ji jorê ve dîmenê çalakgeran girtin. Di çalakiyê de timî dirûşmên "Terorîst Tirkiye" hatin gotin. Piştî meşê li Meydana Pîcadîlly daxuyaniyek hat dayîn û li ser komkujiyên hovane yên dewleta Tirk li Cizîrê agahî hat dayîn. Çalakgeran bang li hikûmeta Brîtanyayê kir da ku destekê nede dewleta Tirk. Çalakgeran komploya navneteweyê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî şermezar kir.
Brighton: Kurdistaniyên li herêma Sussex a Ingilistanê tevî dostên xwe, sûcên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin û banga hişyarî û baldariyê li raya giştî ya Brîtanyayê kir.
Bi vê armancê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sussexê, li navenda bajarê Brightonê, bi desteka aktîvîstên Brîtanyayî çalakiyeke protestoyî organîze kir. Çalakgeran îşaret bi gunehên şer ên dewleta Tirk kir û xwest ji ber sûcên li dijî mirovahiyê bê dadgehkirin û bang li hikûmeta Brîtanyayê, rêxistinên navneteweyî yên weke Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî hat kirin, der hal bikevin nava tevgerê û komkujiyên li Kurdan tên kirin, bisekinînin.
Fîrenze: Li bajarê Îtalya Fîrenzeyê, komploya 15'ê Sibatê û komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, hatin protestokirin. Kurd û dostên wan îro ketin hundirê avahiya televîzyona dewletê RAI û li ser komploya li hemberê Rêberê Gelê Kurd, tecrîdkirina wî û komkujiyên li Kurdistanê agahî dan. Çalakgeran bi rayedarên televîzyonê re hevdîtin kir û banga hişyariyê kir. Rayedaran jî diyar kir ku bala wan wê li ser mijarê be û bi çalakgeran re hevpeyvîn kirin.
Bologna: Li bajarê Îtalya Bolognayê jî Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê û komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, li hev civiyan. Di çalakiya li Meydana Mezin de dirûşmên "Ji ocalan re azadî, ji Kurdistanê azadî" hatin gotin û alên PKK'ê hatin hilgirtin.
Li paytext Roma li Meydana Kolseyo jî doh Kurdistaniyan komplo şermezar kir. Îro jî li Meydana Kodarno ya Mîlano û li Meydana Kastello ya Torîno Kurdistanî wê komployê şermezar bikin.
Qibris: Kurd û dostên wan ên li Qibrisê jî li hemberî komploya navneteweyî û komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, meşeke dirêj pêk anîn. Di meşê de AKP hat protestokirin û banga hişyarî û baldariyê li raya giştî hat kirin.
Atîna: Li paytexta Yewnanistanê Atînayê, Kurdistanî û komên komunîst û anarşîst, ji Agîsas Paraskevî ya 20 kîlometre dûrî navenda bajêr heta parlamenta Yewnanîstanê meşiyan û piştî vê meşa dirêj li meydana Monastrakî mîtîngek li dar xistin. Çalakger paşê ber bi Sefaretxaneya Tirk ve meşiyan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Ocalan re azadî", "Bijî piştgiriya navneteweyî" hatin gotin.
Nûnerên saziyên Kurd û rêxistinên Yewnan, li ber Sefaretxaneyê axivîn û xwestin, hesab ji berpirsyarên komployê were pirsîn. Nûneran destnîşan kirin, heta Ocalan azad bibe wê têkoşîna wan bidome. Rêxistinên Yewnanîstanî yên tevlî çalakiyê bûn diyar kirin, di çarçoveya hefteya piştgiriya bi Kurdan re wê çalakiyên wan bênavber dewam bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN