Ji Berlînê heta bi Lorientê, li meydanên çalakiyên 1´ê Gulanê, doza azadiya Ocalan piştgiriya bi Şoreşa Rojava re û dijberiya qedexeya PKK´ê bi dengekî bilind hat îfadekirin.
Kurdistanî bi rengekî girseyî beşdarî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li Fransa, Awusturya û Elmanyayê bûn. Di çalakiyan de bi giştî peyamên piştgiriya bi Şoreşa Rojava re û dijberiya dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê derketin pêş. Li Elmanyayê jî mijara sereke dijberiya qedexeya PKK´ê bû.
LORIENT: Li herêma Morbihanê ya Fransayê, pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya îsal li bajarê Lorientê pêk hat. Pîrozbahî bi pêşengiya gelek sendîkayan hate kirin û li dijî paketên nû yên reformê yên hikûmeta Fransayê dirûşm hatin gotin.
Bi hezaran kesên li Pont St-Christophe Cote’yê civiyan ber bi navenda Lorientê ve meşiyan. Kurdistanî jî tevlî meşê bûn.
Endamên Alternative Libertaire Lorient û Kurdistanî di heman kortejê de meşiyan û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
MONTPELLIER: Li bajarê Montpellîer ê li başûrê Fransayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) beşdarî pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya sendîkayên Fransayê bû. Di pîrozbahiyê de polîtîkayên aboriyê yên neo-lîberal hatin şermezarkirin. Girseya gel ji Parka Peyro ber bi meydana Comedie ve meşiya. Kurdistaniyan jî di meşê de belavok belav kirin û ji bo boykotkirina mal û turîzma dewleta Tirk bang kirin.
LYON: Li bajarê Lyonê yê Fransayê bi hezaran kes di pîrozbahiya 1’ê Gulanê de civiyan. Kurdistanî jî tevî saziyên dost ên Fransayî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Kurdistaniyan gelek belavok belav kirin û dirûşmên “Kujer Erdogan, hevkarê wî Macron” gotin. Çalakgeran berxwedana Rojava silav kir.
VIYANA:

1’ê Gulanê li paytexta Awûstûryayê Viyanayê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. Kurdistanî jî beşdarî çalakiyê bûn.
Serokwezîrê berê Christian Kern û Şaredarê Viyanayê Michael Haupl ku li platforma pêşwazîkirinê ya li ber Qesra Şaredariya Viyanayê bûn, Kurdistanî û dostên wan ên di ber platformê re derbas bûn, silav kirin.
Di pîrozbahiyê de îşaret bi rola Kurdan a li Rojhilata Navîn hate kirin û têkoşîna bi heybet a Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê hate destnîşankirin.
Piştî meşê, girseya gel berê xwe da şahiya 1’ê Gulanê ku ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hate organîzekirin.
BERLÎN:

Berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê rojeva sereke ya xwepêşandanên 1’ê Gulanê de cih digire. Li Berlînê di dema pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de bi beşdariya gelek komên çepgir meşa şoreşgerî tê lidarxistin û ev meş îsal diyarî YPG/YPJ’ê hate kirin. Meşa ku êvarê, ango dema ku nûçeya me dihat amadekirin li Kreuzberg a Berlînê pêk dihat jî helwêsta Elmanyayê ya qedexekirina sembolên Kurdî protesto dikir.
Beriya meşê komên çepgir ên Elman ji bo ku balê bikişînin ser qedexeya PKK’ê û ji bo piştgiriya Rojava, çalakiyeke bêîtaetiya sivîl li dar xist. Xwepêşander li navçeya Frîedrîchschaînê ya Berlînê li qada ku rêyên ‘Ostkreuz’ û ‘Frankfurter’ digihêjin hev, alayeke mezin a PKK’ê bi avahiyekê ve daliqand. Li ser alayê slogana ‘Alîkariyê bidin Rojava’ û ‘Elmanya fînanse dike, Erdogan bombe dike’ hat nivîsandin.
NAVENDA NÛÇEYAN