Di xwepêşandanan de wêneyên mirovên di bin çavan de windakirî, hatin hilgirtin. Li sê bajarên Swîsreyê û li paytexta Belçîka Brukselê jî bi heman armancê xwepêşandan hebûn.
Li ser banga Komîteya Piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re, pirraniya wan jin, gelek kes li meydana Medborgarplatsen a paytexta Swêdê Stockholmê civiyan, qurnefîl û wêneyên kesên di bin çavan de windakirî, hilgirtin.
Hevseroka berê ya partiya bi navê “Însiyatîfa Femînîst” Devrîm Mavî li vir axivî û bi bîr xist, ku ev 21 sal in dayik her hefte li aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Mavîn bi bîr xist ku windakirina mirovab di bin çavan de, îro jî dewam dike.
Ji ‘Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê’ Latîfe Fegan jî daxuyaniya Dayikên Şemiyê ya bi wesîleya hefteya 600’î amade kirî, xwend. Piştre parlamentera berê ya Partiya Çep a Ewrûpayê Marîanne Erîksson peyivî û got, tişta ku herî zêde mirovan dixe nava tirs û fikaran, rewşa ne diyar e. Erîksson xwest kesên li aqûbeta windakiriyan dipirsin, ti carî bêhêvî nebin. Erîksson got, “Em bi têkoşîna bi rûmet a Dayikên Şemiyê re ne. Em ê li vê derê bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re têkiliyê deynin. Ji bo dîtina windakiriyan em ê ti carî ji têkoşînê tawîzê nedin.”
Yekîtiya Jinên Kurd a Sara jî li navçeya Mersta ya li derveyî Stockholmê xwepêşandanek li dar xist. Di çalakiyê de jinên Kurd wêneyên windakiriyan rakirin.
Ji Meclîsa Jinên Kurd a Amara Ferah Bozcali axivî û bal kişand ser biryardariya Dayikên Şemiyê ya ji bo hînbûna aqûbeta xizmên xwe. Bozcali destnîşan kir ku dayik di heman demê de hesabê komkujiyên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê dipirsin.
Bozcali da xuyakirin ku jinên Kurd heta ronîkirina aqûbeta windakiriyan û pirsîna hesab ji kiryaran, wê her tim piştgiriyê bidin Dayikên Şemiyê.
Em edaletê dixwazin
Ji bo piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re li 3 bajarên Swîsre û li paytexta Belçîka Brukselê jî çalakî hebûn.
Li bajarê Swîsreyê Cenevreyê saziya bi navê Alrernatîba li Plainplasaisê festîvaleke navneteweyî li dar xist û bi sedan kes beşdar bûn. Di vê kombûnê de piştgirî ji Dayikên Aştiyê re hat dayîn. Girseyê dowîz û pankartên li ser wan nivîsandî “Em edaletê dixwazin”, “Ev 600 hefte ne em edaletê dixwazin” hilgirtin û destnîşan kirin, ku divê hêzên navneteweyî bersivê bidin lêgerîna edaletê ya Dayikên Şemiyê. Di çalakiyê de ji beşdaran re qala lêgerîna edaletê ya Dayikên Şemiyê hat kirin.
Li gara navendî ya bajarê Bernê, bi dehan kes kom bûn, bi pankart û dowîzan bal kişandin ser lêgerîna edaletê ya Dayikên Şemiyê. Çalakgeran bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê hat rexnekirin. Ji beşdaran Hatîce Tekdag jî qala hevserê xwe Alî Tekdag kir ku di salên 1990’î de piştî binçavkirinê hat windakirin û daxwaza xwe ya edaletê careke din bi lêv kir.
NAVENDA NÛÇEYAN