
Hinek şanogerên Kurd li Ewrûpa, bi hevkariya hinek şanogerên Ewrûpî şanoya împro (şêweyekî şanoyê) pêşkêş dikin. Koma skêçê bi hevkariya koma Ronebî Folk Teater li Swêdê împro pêşkêş kir. Têkildarî vê xebatê şanoger Diyar Omer ragihand ku ev şano piştî amadekariyên 9 mehan hatiye pêşkêşkirin û got: “Ev di encama xebateke hevbeş a Koma Ronebî Folk Teater de hatiye pêşkêşkirin.” Omer diyar kir ku wan di nîvê sala par de dest bi dewreyeke perwerdekirina lîstikvanên şanoyê kiriye û got: “ Piştî perwerdeya 9 mehan û amadekariyê biryara pêşkêşkirinê hate dayîn û me xwest em lîstika xwe pêşkêşî temaşevanan bikin. Ev dewrê hewldanek bû da ku kesên beşdar bikarin hêz û jêhatîbûna xwe bidin nîşandan. Temenê endamên me di navbera 15-72 salî de ye.
Şeweyek cihê: Împro
Diyar Omer bal kişand ser şanoya împro û taybetmendiyên wê û wiha pêde çû: “Împro şêwazeke cûda ya şanoyê ye û di cîhanê de xwedî girîngiyeke taybet e. Lê, mixabin em Kurd zêde bala xwe nadin vê yekê. Di heman demê de zêde agahiyên me jî der barê wê de nînin. Di împro de lîstikvan xwedî înîsiyatîf e. Ev înîsiyatîf dihêle ku lîstikvan afirîner be. Di vî şêwazî de lîstikvan di heman demê de nivîskar û derhêner e jî temaşevanên împro temaşevanekî çalak û xwedî biryar e. Hinek caran di diyarkirina cihan de dibin alîkar. Carinan jî di diyarkirina karakter, mijar û pirsan de jî alîkariyê dikin.”
Bi saya hevalê xwe kom ava kirine
Omer destnîşan kir ku berî niha bi sal û nîvekê li gel hinek hevalên xwe biryara çêkirina komeke împro dane û wiha dewam kir: “Ya rast ev fikrê hevalê me Şiwan Kerîm bû. Wî, karê perwerdekirina li ser împro girt ser xwe. Şiwan gelek salan li ser vê kar kiriye û agahiyên xwe yên baş hene. Min piştî pêşkêşkirina vê şanoyê dît ku tiştên me di 5 salên xwendinê de fêr nebûyî, Şiwan di salek û nîvê de fêrî me kir.”
Jînegeriya Diyar Omer
Diyar Omer sala 1988’an li Hewlêrê ji dayik bûye. Ji peymangeha Hunerê ya Hewlêrê mezûn bûye. Di dawiya sala 1999’an de weke lîstikvan û derhêner tevlî gelek xebatên pêşkêşkirinê yên li Kurdistanê bûye. Hinek nivîs û lêkolînên hûnerî jî li ser şanoyê nivîsandine. Sala 2009-2010’an li peymangeha Hunerên xweşîk ya Hewlêrê ders dane. Ji wê demê ve jî derbasî Swêdê bûye û karên hunerî li wir dike.
REWEND CEBAR / ROJNEWS / SWÊD