Ciwanan li Nîcê avahiya France 3 dagir kir
Li başûrê Fransa bajarê Nîce, komkujiya AKP'ê li Cizîrê kirî hat şermezarkirin. Ciwanên Kurd ên li vî bajarî, avahiya televîzyonê ya France 3 dagir kir. Ciwanan dosyayek li ser komkujiyan radestî rayedarên televîzyonê kir.
Kurdistaniyên li bajarê Fransa Montepellîerê jî komkujiya AKP'ê ya li Cizîrê bi çalakiya li ber Walîtiyê şermezar kir. Çalakgeran dirûşmên 'Kujer Erdogan', 'Kujer dewleta Tirk' gotin. Kurdistaniyan her wiha bêdengiya welatên Ewrûpayê li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê şermezar kirin.
Kurdan li Kielê got ‘Merkel nebe şirîkê komkujiyê’
Li bajarê Elmanya Kielê, Kurdên li ber Parlamenta Eyaleta Schleswîg Holsteînê civiyan, komkujiya li Cizîrê protesto kirin. Çalakgeran dosyayek li ser komkujiyên dewleta Tirk li Cizîrê û gelemperiya Kurdistanê, radestî Alîkarê Serokwezîrê Eyaletê Thomas Losse-Muller kir.
Girseyê li ber avahiya parlamenê, dirûşmên "Kujer dewleta Tirk", "Merkel nebe hevparê komkujiyê" qîriya.
Girse piştre ber bi avahiya televîzyona NDR ve meşiya. Li ser navê girseyê heyet bi rayedarên televîzyonê re peyivî û xwest li pêşberî komkujiyan bêdeng nemînin.
Li ber avahiya rojnameya Kieler Nachrîchtenê jî çalakî hat lidarxistin. Çalakgerên bi rayedarên rojnameyê re rûniştin, xwestin bala xwe bidin ser komkujiyên AKP dike.
Li balefirgehê Heatrowê wêneyên ‘qatil Erdogan’
Di serî de paytext Londonê, li gelek bajarên Ingilîstanê çalakiyên protestoyî zêde dibin. Li Londrayê piştî protestoya li pêşiya Sefaretxaneya dewleta Tirk, êvara heman rojê beşa hatinê ya balafirgeha Heatrow hat dagirkirin. Di çalakiyê de hatina balafirek THY’ê ya bi sefera Stenbolê jî hat astengkirin û bi hinceta ewlehiyê heta demekê destûr nehat dayîn ku rêwî ji balafirê dakevin. Komek nêzî sed kesî, bi Îngîlîzî dirûşmeyên, “Terorîst Erdogan”, “Qetlîamên li Tirkiye Bi Dawî Bikin”, “Terorîst Dewleta Tirk” gotin û wêneyên Erdogan ên weke qatilekê xwînmij resmkirî hilgirtin.
Li termînala başûr a balafirgeha Gatwîck jî ji bo Cizîrê çalakî hat lidarxistin. Koma ku pankarta, “Tirkiye sûcê şer dike, Kurdan qetil dike” hilgirt.
NAVENDA NÛÇEYAN
Bêbextiya navneteweyî tê şermezar kirin
Meşa dirêj a Ciwanên Azad ku li dijî komploya 15'ê Sibatê û wehşeta AKP'ê li bajarê Elmanya Stûttgartê hat destpêkirin, di roja sêyemîn de ye. Doh jî li Berlîn û Frankfurtê jî meşên dirêj destpê kir.
Meşa dirêj a Ciwanên Azad, ku li dijî komploya 15'ê Sibatê û wehşeta AKP'ê li bajarê Elmanya Stûttgartê hat destpêkirin, di roja duyemîn de ye.
Meşa dirêj a bi dirûşma "Bi azadiya Serokatiyê, ber bi jiyana xweser ve" pêr bi tevlîbûna bi sedan kesî destpê kir. Ciwanan ji stasyona Muhlackerê bi sirûda "Çerxa Şoreşê" dest bi meşê kir. Ciwan wê bi qasî 20 kîlometreyan bimeşin û xwe bigihînin Pforzheîmê.
Meşa dirêj a li Berlînê jî destpê kir
Meşa dirêj a ji paytexta eyaleta Brandenbûrg Potsdamê heta paytexta Elmanya Berlînê, ku wê du rojan dewam bike jî doh destpê kir.
Meşvan ji bo meşa dirêj a bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu", danê sibehê saet di 10:00´an de li Haûptbahnhof a Potsdamê kom bûn. Çalakgeran bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dovîzan dest bi meşê kir. Rawestgeha destpêkê ya meşvanan Parlamenta Eyaleta Brandenbûrg bû. Li vê derê, dosyayek li ser tecrîdkirina Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê radestî rayedarên parlamenê hat kirin. Ji Komîsyona Daxwaznameyan Manfred Korte kom pêşwazî kir.
Meşvanan piştre berê xwe da Berlînê. Meşvan wê îro dosyayekê radestî rayedarên Parlamenta federal a Berlînê bikin. Di çalakiyê de berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.
Li Frankfurtê jî Kurd dimeşin
Meşa bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu", doh saet di 10:30´an de li Meydana Haûpwache destpê kir.
Ji Frankfûrt, Gîessen û Hanaûyê Kurdistanî beşdarî vê meşa bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dibin. Girseyê pankarta li ser nivîsandî "Em komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin" hilgirt û dirûşmên "Kujer AKP", "Kujer Erdogan", "Bijî berxwedana Cizîrê" gotin. Kurdistanî wê doh 20 kîlometreyan meşiyan û xwe gihandin bajarokê Hoffheîmê.
Ji Hoffheîmê jî wê îro heta ber Parlamenta Eyaleta Wîesbadenê bimeşin û li vê derê dosyayeke agahdariyê radestî rayedaran bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN
KCD-E: Tevlî çalakiyan bibin!
Hevserokatiya KCD-E bang li Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir da ku tevlî meşên 9-12'ê Sibatê yên ber bi parlamenên federal û eyaletan ve bibin.
Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) daxuyaniyek weşand û bang li Kurdistaniyan kir, ku li dijî komploya navneteweyî dakevin kolanan. Di daxuyaniyê de komplo hat şermezarkirin û hat gotin, "Di salvegera 18. a komploya navneteweyî de, em hemû dewletên mêhtinger û emperyalîst ên navneteweyî yên di komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd de cih girtine, bi hêrseke mezin şermezar dikin."
Hevserokatiya KCD-E bang li Kurdên li Ewrûpayê kir, da ku tevlî çalakiyên protestoyî bibin û got, "Li hemû welatên Ewropayê, em ber bi parlamentên neteweyî û eyaletan ên li van welatan, meşên dirêj ên 2 rojan organîze dikin. Ji bo van meşên du rojan, meşa dirêj a ciwanên Kurd li Stuttgartê û meş û mîtînga protestoyî ya 13'ê Sibatê ya li Strasboûrgê, em bi şîara 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' bi xurtî tevlî bibin û berxwedanê mezin bikin. Navê vê berxwedanê serhildana Bakurê Kurdistanê ye."
NAVENDA NÛÇEYAN