
Li Frankfûrtê, ji bo berdana siyasetmedarên Kurd û endamên ATÎK’ê yên hatine girtin, meş û mîtîngek hat lidarxistin.
Meşê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Frankfûrtê û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk pêr êvarê li ber Hauptbahnhofê destpê kir. Di meşê de ku bi sedan kes beşdarî bûn, wêneyên endamên NAV-DEM û ATÎK ên girtî hatin hilgirtin û pankarta bi nivîsa “Ji girtiyên siyasî re azadî” hat nîşandan. Di çalakiyê de dirûşmên “Elmanya xwedî dike, Erdogan lê dide”, “Bijî Serok Apo” hatin gotin. Girseyê paşê li Meydana Romer mîtîngek pêk anî.
Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksûngûr û nûnerê ATÎK’ê di mitîngê de axivîn. Qisekeran da xuyakirin, ku ji ber qedexeya PKK’ê li Elmanyayê ev 22 sal in bi sedan Kurdistanî ji ber nêrînên xwe yên polîtîk hatine darizandin û cezakirin. Qisekeran bêdengiya Serokwezîr Angela Merkel li pêşberî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir û got, “Bi sedan endamên DAIŞ‘ê li van deran digerin, lê siyasetmedarên Kurd tên girtin. Divê Elmanya tavilê dev ji vê polîtîkaya xwe ya durû berde.”
Li ber parlamenê daxwaza azadiyê
Di çalakiya li ber parlamena eyaletê ya li bajarê Dusseldorfê de jî, daxwaza berdana siyasetmedarên Kurd hat kirin. Gelek Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn û maskeyên ji wêneyên girtiyên siyasî bi rûyê xwe ve vekirin û mesaja ‘em hemû li vir in’ dan.
Ji wezareta dadê re: Girtiyan berdin
Li paytexta eyaleta Baden Wurttemberg a Elmanyayê Stûttgartê, li pêşiya Wezareta Edaletê çalakiyek hat lidarxistin û daxwaza azadiya girtiyên siyasî hat îfadekirin. Di çalakiyê de komkujiya li Brukselê jî hat şermezarkirin.
NAV-DEM’ê di daxuyaniya xwe ya li vir de qanûnên 129 a/b ên bûn sedema girtina gelek şoreşgeran bi bîr xistin ku sala 2015’an bi hinceta wan 5 siyasetmedarên Kurd hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ji NAV-DEM’ê Ahmet Çelîk (Serokê berê yê YEK-KOM’ê), Kenan Baştû, Mûstafa Çelîk, Mehmet Demîr, Bedrettîn Kavak, Alî Ozel û Mûhlîs Kaya hînê li girtîgehên Elmanyayê tên ragirtin.
Di çalakiyê de daxwaza betalkirina qanûnên 129 a-b û dozên bi hênceta wan hatî vekirin, hat kirin. Çalakgeran xwest qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê jî bi dawî bibe. Çalakgeran piştî ku dosyayek li ser mijarê radestî Wezareta Edaletê kir, dawî li çalakiya xwe anî.
“Girtiyên siyasî azad bikin”
Li paytexta Elmanya Berlînê jî bi pêşengiya NAV-DEM û ATÎK’ê, ji bo berdana girtiyên siyasî çalakiyek hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî û dostên wan li Tûrnstrasseyê civiyan. Girse ber bi Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê ve meşiya û pankarta bi nivîsa “Kurdan sûcdar neke” hilgirt.
Li ber Wezaretê li ser navê NAV-DEM û ATÎK’ê Rifat Baydaroglû axivî. Baydaroglû da xuyakirin, ku Tirkiye di şerê li hemberî Kurdan de bi tankan dest li Rojavayê Kurdistanê werdide û di ser pirsgirêka penaberan re jî bi Ewrûpa û Elmanyayê re li hev kiriye.
Baydaroglû da zanîn, di encama vê yekê de hem li Elmanyayê hem jî li Tirkiyeyê gelek siyasetmedarên Kurd hatine girtin û destnîşan kir, ku divê Elmanya dest ji vê helwêsta xwe berde.
NAVENDA NÛÇEYAN