
Meclîsên jinan ên li bajarên Dûîsbûrg, Hambûrg, Gîessen, Basel û Den Haagê, kongreyên xwe lidar xistin.
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de ku zêdeyî 100 delege lê amade bûn, meclîsa ji 35 kesan û 6 komîsyon hatin hilbijartin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Rojbîn ku 8 sal in kar dike, kongreya xwe ya 9. pêk anî. Delegeyan şîdet û hovîtiya li jinê tê kirin jî nirxandin û kuştina jinan di mehên dawî de li Verden, Berlîn, Bremen û Rotenbûrgê bibîr xistin. Jinan destnîşan kir, ku ew ê rê nedin şîdeta mêr. Di encama kongreyê de Zîlan Dersîm, Rabîa Înan û Hatîce Kaya jî weke berdevkên demê yên meclîsê hatin hilbijartin.
Meclîsa Jinê ya Berçem a li bajarê Gîessen ê Elmanyayê, kongreya xwe ya 3. lidar xist. Di encama kongreyê de meclîsa ji 33 kesan û 3 berdevkên meclîsê hatin hilbijartin.
Li bajarê Basel ê Swîsreyê, meclîsa Jinê ya Ronahî kongreya xwe ya 5. li bajarê Araû jî Meclîsa Jinê ya Rojbîn kongreya xwe ya 3. lidar xistin.
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Meclîsa Jinê ya Ronahî kongreya xwe ya 7. lidar xist. Di dawiyê de sê berdevk û meclîsa ji 31 kesî hatin hilbijartin.
Kongreyên NCDK û Meclîsên Gel
Li gelek bajarê Ewropayê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsên Gel hatin lidarxistin.
Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, kongreya xwe ya 4. pêk anî. Li dû deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedarê Kurd Ahmet Kaya axivî. Kaya bal kişand ser êrîşên çeteyên PDK û dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê û destnîşan kir, rêveberiya PDK’ê hewl dide hêzên dagirker li Kurdistanê bi cih bike. Di kongreyê de piştî nirxandina xebatên salekê meclîsa nû ya ji 67 kesan û 8 komîsyonan hat hilbijartin. Aysel Ayik û Alî Alci jî bûn hevserokên meclîsê.
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê, Meclîsa Gel kongreya xwe ya 3. pêk anî. Li dû nirxandina rewşa siyasî, raporên maliye û karê salekê yên meclîsê hatin xwendin. Dûre meclîsa ji 30 kesî hat hilbijartin û Engîn Yûrtsever û Humeyra Yildirim bûn hevserok.
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya 3. lidar xist. Kongre bi beşdariya 200 delegeyî dest pê kir. Siyasetmedar Haydar Işik, endamê Meclîsa Şaredariyê yê ji Partiya Çep (Dîe Lînke) Çetîn Oraner, nûnerên FÎDEF û HDK Munchenê axivîn. Di dawiyê de rêveberiya nû ya ji 58 kesî hat hilbijartin û Velî Turk û Gulseren Aksoy bûn hevserok.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê, kongreya xwe ya 6. lidar xist. Di kongreyê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê Yuksel Koç axivî. Koç rewşa siyasî ya Kurdistaê û Rojhilata navîn nirxand û banga dayina dengê ‘NA’ ji bo referandûmê kir. Piştî xwendina rapora xebatê ya salan e û nirxandina wê û şûnde, meclîsekî ku ji 52 kesan pêk bê hate hilbijartin. F. Kiliç û Selamet Gedîk weke hevserok hatin hilbijartin. Kongre bi stranên Hozan Kawa ve bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN