Di daxuyaniyê hat ragihandin, ku di vê pêvajoya çareseriyê de lihev kombûna xwendekarên Kurd ên li gelemperiya Ewrûpayê û gotûbêjên wan ên li ser rêvebirina pêvajoyê gelekî girîng e.
Di daxuyaniya komîteya amadekar de ev bang hat kirin; " Ji bo 1. Kongreya Ewrûpayê ya Yekitiya Xwendekarên Kurd (YXK), ku wê di navbera 18 û 19'ê Gulanê de li Zanîngeha bajarê Elmanya Kolnê bê lidarxistin, hemû xwendekar vexwendî ne. Weke YXK, emê bi delegeyên xwe yên ji welatên Awûstûrya, Elmanya, Fransa, Belçîka û Holandayê beşdar bibin û bang li xwendekarên Kurd ên li Swîsre, Îtalya, Îngilîstan, Polonya, welatên Balkanan, Norwêc, Danîmarka û Swêdê dikin, ku beşdarî Kogreyê bibin."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di mijara demokratîkbûyîn û azadbûna civakan de rola ciwanên xwendekar girîng e û ewê jî bi vê têgihiştinê, di 1. Kongreya Ewrûpayê ya YXK'ê de perspektîfa xwendekaran a li pêşberî pêvajoyê eşkere bikin.
Bernameya kongreyê
Li gorî agahiyên Komîteya Amadekar, wê di 18'ê Gulanê saet di navbera 10.00 û 19.30 de, mijarên; berpirsyariyên xwendekaran ên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, rewşa tevgera xwendekaran YXK, rewşa xwendekarên Kurd ên li Ewrûpayê, tevgerên ciwanan ên li Ewrûpayê û perspektîf bên nîqaşkirin.
Hat ragihandin, ku ji bo her pêşnûme biryar, bername û plansaziyê, wê komên xebatê bên avakirin.
Di roja duyemîn de jî, wê di navbera saet 10.00 û 14.00 de, li ser bingeha gotûbêjên der heqê pêşnûme biryar û plansaziyê de, Rêveberiya Xwendekaran a Ewrûpayê bê damezrandin.
Kongre, wê li navnîşana "Universität KÖLN Albertus-Magnus-Platz 1, 50923 Köln, Elmanya" bê lidarxistin.
Hevdîtin, wê di roja 17'ê Gulanê de li Mulheim a Kolnê pêk were.
KOLN