
Li bajarên Elmanyayê Stuttgart, Dusseldorf, li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê, li paytexta Swêdê Stockholmê, li bajarê Awusturyayê Grazê û li gelek deverên din çalakiyên xwedîderketina li rêveberiyên xweser ên li Bakurê Kurdistanê û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûn.
Li bajarê Elmanya Stuttgartê, li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, bi qasî 3 hezar kesî kom bûn û terora dewleta Tirk a li Kurdistanê şermezar kirin.
Di çalakiya 19’ê Kanûnê de li Laûtenschlagerstrasse berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. Pankarta li ser nivîsandî “Bijî Berxwedana Amedê” bal kişand ser xwe. Piştî meşê li meydana Wîlhelm Platzê mîtîngek hat lidarxistin. Endamên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li vir peyivîn û gotin, “Çawa ku di tevahiya dîrokê de bindestan li ber zaliman serî netewandiye, îro jî û sibe jî têkoşîna me wê bidome.”
Meşa rê li ber faşîzmê tineye
Bi hezaran kes li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê şîara, “Rê li ber faşîzmêtineye” meşiyan. Li dijî qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Sûr, Cizîr, Silopiya, Dêrik, Farqîn, Gever û Şirnexê, berxwedana gelê Kurdistanê û xwerêveberî hatin silavkirin. Girseya li pêşiya HBF a Dusseldorfê kom bû, bi dirûşmeyên , “Terorîst Tirkiye”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” ve meşiyan. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê, her wiha alên PKK,YPG-YPJ, TJK-E, MLKP’ê rakirin.
Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç got, berxwedana gel wê teqez bi ser bikeve.
Roja xwedîderketina li Kurdistanê
Terora dewleta Tirk a li Kurdistanê li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê hat protestokirin. Girseyê ji Stasyona Svanemølle ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiya, peyam da ku roj roja xwedîderketina li Kurdistanê ye.
FEY-KURD, PYD, PJAK, YNK, GORRAN, KOMALA, FOKUS-A, OPSAK, Komaleya Jinên Kurd a Danîmarka, Yekîtiya Elewiyan a Danîmarka, DABF, Komaleya Çandê ya Nazim Hîkmet, Platforma Kurden Anatolya Navîn a Evropa, Koordînasyona HDK’ê ya Danîmarka Hizbî Şûî Kurdistan- i Danmark, endamên Komîteya Hûnermendên Kurd a Danîmarka tevlî çalakiyê bûn.
Garantorê aştiyê Ocalan
Li bajarê Awusturyayê Grazê jî ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta AKP’ê meşeke protestoyî hat lidarxistin. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakî organîze kir. Meşê ji Grîesplatzê heta Esperantoplatzê dewam kir. Di axaftinan de bal hat kişandinî ser tecrîdkirina garantorê aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Kurdistaniyên li paytexta Swêdê Stockholmê jî ji bo piştgiriya bi gelê li Nisêbîn, Sûr, Cizîr, Silopiyayê re çalakî li dar xist. Kurdistanî û dostên wan ên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê hatin cem hev, û ber bi navenda bajar ve meşiyan. Çalakvanan pankartên, “Li Kurdistanê Dagirkeriya Tirk Bisekinîn”, “Em Hemû PKK’e Ne” hilgirtin. Di axaftinên li Meydana Mynttorget de bang li Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê hat kirin da ku li hember qetlîam û êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê xwedî helwest bin.
NAVENDA NÛÇEYAN