Li Akademiya Şehîd Necbîr a herêma Cizîrê dewreya bi nave şehîd Arîn bi dawî bû û 36 jinên ciwan tevlî nav refên YPG´ê bûn. Li Minbicê jî 236 ciwanan perwerdeya xwe bi dawî kir da ku tevlî nav refên Meclîsa Eskerî ya Minbicê û QSD´ê bibin.

Dewreya Li Akademiya Şehîd Necbîr a herêma Cizîrê  45 rojan dewam kir û 36 jinên ciwan ên Kurd û Ereb ên herêma Cizîrê tevlî bûn. Di encama perwerdeya bi dersên eskerî û birdozî, 26 jinên Ciwan tevlîç nav refên YPJ´ê bûn.



Merasîma bidawîbûna perwerdeyê bi amadebû fermandar û şervanên YPJ`ê hate lidarxistin.

Piştî rêûresma eskerî, ji fermandarên YPJ`ê Hêvîdar Qamişlo axivî û bidawbûna perwerdeyê li şervanên nû tevlî YPJ`ê bûne, pîroz kir.

Di dawiya merasîmê de, şervanan sûnd xwar û fermî tevlî nava refên YPJ`ê bûn.


Zarokên Minbicê bi erka xwe radibin

Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya Eskerî dewreyeke perwerdeyê bi navê Şehîd Ebû Casim Bekarî, bi merasîmekê bi dawî kir.

Dewreyê bi tevlîbûna 236 kesan dest pê kiribû. Di dewreyê de dersên birdozî, eskerî û siyasî hatin dayîn.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Eskerî ya Minbicê, Mihemed Ebû Adil, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz, Farûq Maşî û endamên saziyên sivîl û eskerî beşdarî merasîma bidawîkirina dewreya perwerdeyê bûn.

Merasîmê bi rêûresmê û sûnda eskerî ya şervanan destpê kir. Paşê, yek ji fermandarên QSD`ê, Rojhat Minbic axivî û bidawîkirinê dewreyê li şervanan pîroz kir û teqez kir ku pêwîst e, her kes parastina welatê xwe bike.

Merasîm bi gerandina govendê ya şervanên nû bi dawî bû. 


ANHA / QAMIŞLO / MINBIC