Li Fermandar Arian temaşe bikin
Belgefilma derhênera Katalan, Alba Sotorra "Commandante Arian (Fermandar Arian)" niha belaş li ser înternetê bi 7 zimanan peyda dibe. Film portreyeke xurt a fermandara YPJ’ê Arianê/Ariyanê ye ku ji bo jiyanaeke azad têdikoşe. Belgefilm sala 2018’an temam bûbû.
Derhênerê Alba Sotorra weke bersiveke ji krîza koronayê re filma xwe li ser înternetê belaş belav kiriye. Zimanê filmê yê sereke Kurdî ye û bi jêrenivîsên Spanî, Katalanî, Fransî, Îtalî, Elmanî, Ingilîzî û Baskî mirov dikarin lê temaşe bikin. Li ser platforma vimeo mirov dikarin xwe bigihînin vê filmê.
Derhênerê tecrûbeya xwe ya dema çêkirina filmê û gava Fermandar Arian birîndar bû û ew çû cemê wiha vedigot, “Min biryar da ez pê re bimînim, lê miqate bim û ez du mehan lê miqate bûm: min ew şûşt, pora wê şeh kir, birînên wê paqijkirin. Bi şev Arian ji ber êşan ji xew şiyar dibû, min jî ew masaj dikir da ku êşa wê sivik bibe. Gava ew bi xew ve çû carekê ji hêrs û aciziyê ez giriyam. Lê xurtiya Arianê careke din derseke ji bo jiyanê piştrast kir: Wê dê dev ji xwe bernedaya, ji ber ku tenê ewên dev ji xwe û tiştekî berdidin, dişikin.” Wê jî dev ji filma xwe berneda û film bi dawî kir.
Heger hûn dixwazin li belgefilma saetek û 20 deqîqeyî temaşe bikin, li vê navnîşana li jêr peyda dibe: https://vimeo.com/330853056 NAVENDA NÛÇEYAN