Li festîvala Streetfoodê ku li bajarê Aarau yê Swîsreyê tê lidarxistin, çanda Kurd tê nasandin. Festîvala Streetfood (Xwarina li kolanan a cîhanê) bi rengekî kevneşop her sal li gelek welatan tê lidarxistin. Di festîvalê de çand û gelên cuda li hev kom dibin.
Li festîvalê, tevî çand û xwarina Swîsreyê, midbexa gelek herêmên cihanê jî tê naskirin. Meclîsa Jinan a Rojbîn a Aarau jî îsal bi xwarinên Kurdan beşdarî festîvalê bû.
Di festîvalê de dansên ji welatên cuda jî tên pêşkêşkirin. Koma Govendê ya Zarokan a Çanda Med jî hunerê xwe pêşkêş kir û gelekî bala Swîsreyiyan kişand.
Festîval li qada “Einkaufszentrum Telli” tê lidarxistin û wê îro biqede. Meclîsa Jinan a Rojbîn bang li Kurdistanî û dostên wan kir da ku ji bo danasîna çanda Kurdan wan bi tenê nehêhilin.
ANF/AARAU