Herêma Xweser dê avabikin
Hikûmeta Fîlîpînê bi vê peymanê hewl dide di vê rêveberiya xweser de di qasa razemenî û bazirganiyê de hinek rayeyan bide nasîn.
Di van muzakereyan de tê payîn ku serhildana li Bangsamoro ya li ser girava Mîndanao ya başûrê welat bê bidawîkirin. Ev herêm ji salên 90’î heta niha xwedî xweseriyeke diyarkiriye. Lê serhildêrên Musliman li dijî desthilatdariya navendî ku bi sûcdariya ku nêzî Dêra Katolîke sûcdar dike, ji sala 70’ê heta niha muxalefete.
Li gorî texmînan di pevçûnên bi salane didome de 150 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Li ser parvekirina desthilatdariyê peyman hat kirin û der barê peymanê de hikûmetê doh daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo Bangsamoro pêkanîna xweseriyeke rast.” Lê naveroka peymanê hêj nehatiye aşkerakirin.
Parlemento wê qanûnan derîne
Lê li gorî daxuyaniya hikûmetê her du alî di meha Çile de ji bo peymana aştiyê encam bibe û têkolî normal bibin dê di mijara îmzekirina peymana dawî de li hev bikin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ji çar xalên di peymanê de 3 heb hatine erêkirin. Astengiya din jî eve ku aştiyeke mayînde ye. Divê serhildêr çekan deynin. Eniya Rizgariya Îslamî ya Moro ku 12 hezar endamên wê hene bi naqokîne.
MANİLA