Komîna Film a Rojava kurtfilmên li ser Efrînê yên ”Zeytûn ji min re”, ”Afirînerên Hêviyê”,”Çaven Rêwî” li Serêkaniyê nîşan dan.

Li navenda Çand û Huner a Bajarê Serêkaniyê gelek şêniyen Serêkaniyê li kurtefilman temaşe kir.  Derhêner û Hevseroka Komîna Film a Rojava, Bêrîvan Dodex beriya nîşandana filman axivî û got: ”Ji bo em hem êş hem jî berxwedana Efrînê bi gel re parve bikin, me kurtefilmên derbarê Efrînê de amade kirin. Gelê me dê berxwena Efrînê ti carî ji bîr neke.“  Bernameya kurtefilman bi dirûşma ”Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.

 

 ANHA / SERÊKANIYÊ