FKÊ got: “Li gorî dêstûra FKÊ (Federasyona Komelên Êzdiyan) pêwiste ji 2 salan carekê Kongra me pêk were. Her weha, em di pêvajoyeke gelekî giring de derbas dibin. Pirsgirêkê civaka me ҫiqas diҫe zêde dibin. Ji bo ҫareseriya pirsgirêkê heyi û bersivdana pêwistiyê demê, hewcebûn bi nûjeniyê û rêveberiyeke xurt heye.”
Banga beşdariyê
Federasyona Komelên Êzdiyan di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku li ser vî esasî ji bo nirxandina kar û xebata 2 salên dawî û hilbijartineke demokratîk pêk were û got: “Em hemû endamên hêja, Êzdiyên bi rûmet, kesên bawermend, kesên demokrat, rewṣenbir, nunerên saziyan û dostên civaka Ezdiya bi berpirsiyariyeke mezin vexwendî Kongra xwe ya di 25-26.12.012 pêk were dikin, Em bi kêfxweṣi li benda we ne."
CELLE