Çûna ser sindoqan ji bilî bajarên Essen û Dusseldorfê li Elmanya, Fransa û Awusturyayê li gorî berê zêde bûye. Bi her halî dîsa lîstikên derveyî exlaq ên AKP´ê di vê hilbijartinê de heta bi Ewrûpayê tên. Li Frankfurtê eşkere bû ku AKP´ê bi 100 euroyî dengan dikire.
Ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê dengdana li Elmanya, Fransa û Awûstûryayê dewam dike. Li Elmanyayê AKP bi pereyan dengan dikire; nûçegihanê me Agît Erkendî li bajarê Frankfurtê şahidî li wê yekê kir ku di berdêla 100 euroyî de deng tên kirrîn. Bi sozên weke “em ê lalîk, tawe û îskanan bidin we” AKP´ê jî gelek kes birine ser sindoqan.
Pêr jî li Danîmarka, Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Awusturalya û Luksembûrgê sindoq hatin danîn. Li gorî rojên destêkê yên hilbijartinên beriya niha beşdariya li dengdanê zêde ye.
Li konsolosxaneya Tirk a li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, ev 5 roj in dengdan dewam dike. Hilbijêrên li eyaleta Hessenê bi maşînên taybet, mînîbusan tên veguheztinê konsolosxaneya li Frankfurtê. Nexasim jî ji bajarên Darmstad, Dieburg, Frankfurtê Komeleya Elewiyan û ji bajarên Frankfurt, Offenbach, Hanau û Russelsheimê jî Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hilbijêrên HDP´ê dibin ser sindoqan. Doh li cihê hilbijartinê ku liv û tevger jê kêm nebû, AKP´yiyan jî bi pereyan deng dikirîn.
AKP´yiyên ku nexasim bi mînîbusên reş hilbijrên jin tînin ser sindoqan; ev hilbijêr dema ku bi wêne îsbat dikin ku dengê xwe dane AKP´ê, li derveyî konsolosxaneyê, rayedarên AKP´ê 100 euroyî didin wan.

Di dema dengdanê de li pêşiya konsolosxaneyê, zaroka hilbijêreke AKP´ê jê re got, “Dayê min telefona xwe da girtin”, li ser vê heman jinê ji zaroka xwe re got, “100 euro çûn!” Jinên mayî bi wêneyên girtî, li maşînên rayedarên AKP´ê siwar bûn û ji deverê çûn.
Pere çûn û pere hatin
Çavdêrekî sindoqê yê HDP´yî jî got, mêrekî xwest di sindoqa hejmar 6 de bi telefonê bikeve kabînê, li ser îtîraza wan neçar ma telefona xwe li ser masê deyne, û wî jî ji AKP´yiyan re gotiye “Pere çûn!”
Li ser sindoqa hejmar 7 jî, jinekê piştî ku dengê xwe da ji wezîfedaran pirsiye, “Kanîn lalîk, tawe û îskanên min?! Ji min re gotin dengê xwe bide û wê lalîk, tawe û îskanan bidin te.” Weha xuya ye ku AKP xelkê bi waedên pere û tiştên din tîne ser sindoqan.
Wekî din, ji pêr ve li pêşiya konsolosxaneyê, paketên xelatkirinê û kumên li ser wan AKP dinivîse tên belavkirin.
Wekî din muşahideke HDP´yî ji ber ku gustîkeke bi rengên kesk, sor û zer di destê wê de bû rastî êrişê hat, û li ser zexta zêde ya konsolosxaneyê, muşahid neçar ma gustîlkê jin destê xwe bike.
Dengdanê li Danîmarka, DYE û Awusturalyayê jî dest pê kir
Dengdana li derveyî Tirkiyeyê ji roja Pêncşemê ve didome. Li derveyî Tirkiyeyê ku hejmara hilbijêran zêdeyî 3 milyon e, destpêkê li Elmanya, Fransa û Awusturyayê sindoq hatin danîn.
Li bajarên Berlîn, Frankfurt, Suttgart, Essen, Dusseldorf, Munchen, Karlsruhe, Hannover, Munster, Nurnberg, Hamburg, Mainz ên Elmanyayê, bajarên Viyana, Brengez û Salzburg ên Awusturyayê û bajarên Parîs, Bordeaux, Nantes, Lyon, Strasbourg û Marsîlya yên Fransayê deng tên dayîn.
Dengdana li Danîmarkayê jî pêr dest pê kir. Hilbijêr li Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Kopenhagenê “Rosbæksvej 15, 2100 Kobenhavn Ø” dengê xwe didin û wê heta 19’ê Hezîranê ji saet 9’ê sibehê heta 21’an deng bê dayîn. Wekî din, li DYE, Awustralya û Luksembûrgê jî dengdanê dest pê kir. Li van her sê welatan wê heta 17’ê Hezîranê bi giştî 9 rojan dengdan bidome.
Li Elmanya, Fransa û Awusturyayê, dengdan li gorî hilbijartina 7’ê Hezîranê hê bi baldarî û zêde dewam dike. Li gorî du rojên destpêkê yên referandûma 16’ê Nîsanê û hilbijartina 1’ê Mijdarê, dengdana niha bi sê qatan zêde bûye.
Rojê zêdeyî 30 hezar dengî tên dayîn
Li Elmanya, Fransa, Awusturyayê û li deriyên sînor ên li Tirkiyeyê, rojên Pêncşem û Înê bi giştî 72 hezar û 111 kesî dengê xwe dan. Tenê roja destpêkê 32 hezar û 224 kesî deng dan. Roja duyemîn jî 39 hezar û 887 kes çûn ser sindoqan. Tê payin ku dengdan dawiya hefteyê zêdetir bibe.
Li Elmanyayê ku milyonek û 400 hezar hilbijêr lê qeydkirî ne, 22 hezar û 281 kesî roja destpêkê, 27 hezar û 933 kesî jî roja duyemîn dengê xwe da. Li Fransayê ku 330 hezar hilbijêr lê ne, roja Pêncşemê li 5 bajraan 5 hezar û 106, roja duyemîn jî 6 hezar û 406 kesî deng da. Li Awusturyayê 110 hezar dengdêr qeydkirî ne. Roja destpêkê 1841, roja duyemîn jî 2213 kes çûn ser sindoqan.
Li deriyên sînor ên hewayî, bejahî û deryayî yên Tirkiyeyê jî di nava du rojên destpêkê de 13 hezar û 966 kesî deng dan. Du rojên destpêkê yên referandûma 16’ê Nîsanê tenê 6330 kesî deng dabûn.
NAVENDA NÛÇEYAN
Hilbijêr biçin ser sindoqan

Dengdana li bajarên Elmanyayê Essen û Dusseldorfê dewam dike. Wezîfedarên HDP’yî bang li hilbijêran kir da ku dengê xwe bidin.
Pêvajoya dengdanê li Elmanya, Awusturya û Fransayê di roja pêncan de ye. Li bajarên Essen û Dusseldorfê yên li Elmanyayê jî dengdan dewam dike. Dengdana li Essenê li Messe Grugahalleyê, ya li Dusseldorfê jî li Konsolosxaneya Tirkiyeyê tê kirin. Muşahid û wezîfedarên HDP’yî yên li ber sindoqan, alîkariyê didin hilbijêran. Wezîfedarên HDP’yî yên li van bajaran diyar kirin ku dengdan li gorî hilbijartinên beriya niha kêm e û bang li alîgirên demokrasî û azadiyê kirin da ku dengê xwe bidin.
Ji bo paşeroja bedew HDP û Demirtaş
Nûnerê HDP’ê yê herêma Essenê Kemal Korkmaz anî ziman ku ew bi 1020 muşahîd û wezîfedaran, sindoqan diparêzin û got, “Em timî li vir in. Ji bo di hatin û çûnê de pirsgirêk dernekeve pêşiya gelê me, em li ser karê xwe ne.” Korkmaz diyar kir ku dengdana sê rojên destpêkê li gorî 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê kêm e û got, “Girîng e gelê me vê rastiyê bibîne û biçe ser sindoqan.”
Korkmaz destnîşan kir ku heger tê xwestin ew ji dîktatoriyê rizgar bibin, hingî divê teqez deng bê dayin û diyar kir, ji bo paşerojeke xweş û bedew, divê dengek ji HDP’ê, yek jî ji Selahattîn Demîrtaş re bê dayin.
Dereng nemînin
Nûnera HDP’ê ya herêma Dusseldorfê Ayten Aslaner jî anî ziman ku ew li herêma Dusseldorfê bi 10-15 muşahid û wezîfedaran dixebitin û got, “Divê haya her kesî ji zext, fen, dek û dolabên AKP’ê hebe. Vê yekê jî bi dayina dengê xwe em dikarin bikin. Heger em biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin, hingî ev yek wê bibe bersiva herî watedar.”
Aslaner bang li gelê li derdora Dusseldorfê kir ku ji bo welatekî demokratîk û azad xwedî li dengê xwe derkevin û ji her kesî xwest ku dengdanê taloq nekin. Aslaner got, “Em ji bîr nekin, di dengdanê de 2 psûla hene. Yek ji bo HDP’ê, yek jî ji bo Demîrtaş. Em bi bêhnfirehî dengê xwe bidin.”