Di nava hikûmetê de gelek wezîrên bi eslê xwe biyanî jî hene. François Hollande piştî di 15’ê gulanê de bi fermî sond xwar, aşkere kir ku serokwezîrê nû Jean-Marc Ayrault e. Ayrault ê 62 salî, 15 sal in Serokatiya Koma Parlementoyê ya Partiya Sosyalîst (PS) dike.
Hate zanîn ku Ayrault dê piştî aşkerebûna hemû wezîran, tişta destpêkê bike, dê mûçeyê wezîran ji sedî 30 kêmbike. Ayrault ji kanala France 2 re axivî û got; “François Hollande di çarçoveya sozên François Hollande di dema hilbijartinê dane de, biryarnameyek dê bê amadekirin. Serokkomar jî dê mûçeyê xwe ji sedî 30 kêm bike.”
Her wiha, Ayrault diyar kir ku ew ê di yekemîn Civata Wezîran de pêşniyara “qanûna peywirê” pêşniyar bike û got ku ev yek ji bo wekhevî û rengîniya li Franseyê destpêkek e. Ayrault, diyar kir ku wezîrên ku di dema hilbijartinê de nehatin hilbijartin, dê ji hikûmetê biçin.
Hikûmet ji 34 wezîran pêk tê û ji vana 17 jê jin in. Wezîrê Navxweyî Manuel Valls, Wezîrê Derve Laurent Fabius, Wezîra Dadê Christiane Taubira, Wezîrê Aborî Pierre Moscovici û Wezîrê Parastinê jî Jean-Yves Le Drian e. Najat Vallaud Belkacem bû Wezîra Mafên Jinan. Manuel Valls jî bû Wezîrê Navxweyî, lê ev yek ne surprîz bû. Valls bi aşkereyî ev peywir xwestibû. Vallsê 50 salî, di hilbijartinên sala 2007 de li nêzîkê namzedê serokkomartiyê Ségolène Royal bû û di kampanyaya ji bo Hollande jî rolek aktîf wergir. Valls zarokê penaberên ji Spanyayê ye û di sala 1962’ê de li Barcelonayê ji dayîk bûye û di sala 1982’ê de bû hemwelatiyê Franseyê.
Wezîra nû ya Dadê Christiane Taubira jî bi eslê xwe parlementera ji Guyaneyê ye û di nava çepgiran de xwedî rêzdariyê ye. Di sala 2002 de weke namzeda Partiya Radîkal a Çepgir beşdarî hilbijartinê serokkomartiyê bû. Najat Vallaud-Belkacem a 43 salî di sala 2007 de berdevka Segolene Royal, di sala 2012 de jî berdevka François Hollande bû. Vallaud-Belkacem, li Fasê ji dayîk bû û di çar saliya xwe de tevî bavê xwe hat Franseyê. 

ANF/PARÎS