Melenchon piştî êrîşên terorîstî yên çeteyên DAIŞ´ê li Parîsê bêhtir derdikeve pêşberî raya giştî ya Fransî, di biwara şerê li dijî terorîzmê, paraztina azadiyên ferdî û siyaseta Kurd de fikrên xwe li gelek platforman anîn ziman. Hema hema di hemû kanalên televizyonê yên neteweyî de Melenchon fikrên xwe yên giştî îfade kirin.
Melenchon hişyar kir ku divê ev erîşên terorîstî nebin sedema êrîşên û dijminahiya li dijî Misilmanan li aliyekî, li aliyê din jî bi bîr xist ku ewlekariya kolektîf nabe ku azadiyê ferdî bike qurbanî ji bo xwe.
Yek ji mijarên din ên ku Melenchon di minaqeşeyan de derxist pêş ew bû ku nabe yek kes biryara şer bide û ji bo biryara şer yan biryareke neteweyîyan jî biryara Parlemana Neteweyî hebe. Melenchon li ser vê yekê nexasim jî îşaret pêkir ku pêlên şîdetê yên şerekî di dawiya dawî de tesîrê li wan kesan jî dikin ku biryara şer dayîn.
Herçî mijara Kurd e jî Melenchon îşaret bi dewra Kurdan di şerê li dijî DAIŞ´ê de kir, xwest desteka ji aliyên Kurd re, nexasim ji bo YPG û PKK´ê re eşkere bibe û were xurtkirin. Di vê çarçoveyê de Melenchon hê beriya komkujiya li Parîsê ji bo çareseriya pirsgirêka şîdetê li dijî Kurdan li Tirkiyê de doza birina navê PKK´ê ji lîsteya rêxistinên terorîst kiribû.
Melenchon bi kurtî behsa wê hêviyê kir ku tevgera Kurd li Rojhilata Navîn afirand ji bo çareseriyeke demokratîk, laîk, ekolojîst û femînîst, û di pratîkê de Berxwedana Kobanê û rizgarkirina Êzîdiyan ji Şengalê bi bîr xist. Ji vir jî Melenchon berê xwe gotinên xwe ajot ber bi wê yekê ve ku ti kes êdî nikare înkar bike dewra PKK´ê û rêxistinên xwedî heman fikr û îdeolojiyê li Sûriyê û Iraqê li dijî terorîzma DAIŞ´ê.
Melenchon dibêje, Dewleta Tirk hebûna navê PKK´ê li ser lîsteya rêxistinên terorîst ji bo reva ji pêkanîna aştiyê, bi xirabî bi kar tîne û bi vî awayî pêkhatina aştiyeke muzakerekirî asteng dike.
Melenchon bi bîr dixe ku ne ev bi tenê ne aliyên negatîf û dibêje, binpêkirina mafên medenî, astengkirina mafên welatiyan ên fikr û çapemeniyê jî xwe disipêrin vî mentiqî.
Ji ber van sedeman Jean-Luc Melenchon û parlemanterên çepgir ji destpêka vê mehê ve bi awayekî lezgîn doza derxistina navê PKK´ê ji lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewrûpayê kirin û herweha daxwazeke fermî ji Konseya Ewrûpayê jî kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN