Li Franseyê qedexeya derketina derve, ev 3 heften e dewam dike û di 24 saetên dawiyê de 509 kes mirin. Tevî vê rewşa kambax, pirsgirêkên sosyo-ekonomîk jî rû didin. Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Franseyê CDK-F jî hewl dide ji bo çareserkirina pirsgirêkên sosyo-ekonomîk ên di nava civaka Kurd de çareyê bibîne. Li gorî agahiyên CDK-Fʼê li Franseyê 5 Kurd û 12 Asûrî-Suryanî ji ber vîrusa koronayê mirine û bi kêmanî 58 kes jî bi şewbê ketine.
Dîrektorê Tenduristiyê yê Franseyê Jerome Salomon di daxuyaniya xwe de da zanîn ku li Franseyê hejmara kesên bi şewbê dimirin zêde dibe û di nava 24 saetên dawiyê de 509 kes mirine û bi vî awayî hejmara miriyan bûye 4 hezar û 32 kes. 6 hezar 17 kes jî di venêrtina lezgîn de ne. Li tevahiya welêt jî 56 hezar û 989 kes bi şewbê ketine. PARÎS/POLÎTÎKA AZAD