Pêşangeha wêneyan a li Rojava ku ji aliyê Înîsiyatîfa Lîlakê ve tê organîzekirin, li Freiburgê dest pê kir.
Însiyatîfa Lîlakê (Linke Internationale Lebensfrohe Alternative Kultur / Çanda alternatîf a çepgir, jiyanşa û navneteweyî) a ji aliyê Komîteya Piştgiriya Kurdistanê (Kurdistan Solidaritaetkomitee) ve hat damezrandin, li bajarê Elmanyayê Freiburgê, pêşangeha wêneyan a bi navê "Fruehling der Frauen-revolution der Frauen in Rojava (Bihara Şoreşa Jinan li Rojava)" vekir.
Pêşangehê pêr (Yekşemê) li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Freiburgê dest pê kir. Beriya vekirina pêşangehê nûnerên Meclîsa Jinê ya Nûda û Jinên Ciwan ên Azad ên Freiburgê axivîn. Nûneran bal kişand ser armanca bingehîn a pêşangehê û qala jiyana rojane ya li Rojava kir.
Piştî axaftinê, qiseker li nava pêşangehê geriyan û li ser wêneyan agahî wergirtin. Di dema pêşangehê de li stranan jî hat guhdarîkirin.
Amadekaran da xuyakirin, ku pêşangeha wan ev 5 meh in li bajarên cuda tê pêşandan û heta niha bi qasî 3 hezar kesî serdana wan kiriye û wan jî li ser Rojava agahî dane.
Pêşangeha li NCDK a li Freîbûrgê wê heta 15'ê Tebaxê dewam bike.
ANF / FREIBURG