Mexaza Heftreng a ku li Amedê ev 10 meh in cilên neteweyî difiroşe li Navenda Kongre û Fuara Tuyapê ya Amedê defileya cilên kurdî pêşkêş kir. Defîleya ku bi muzîka kurdî danasîna cilan hate kirin geleke bal kişand. Modelên jin û zilam bi cilên cur bi cur derketin ser dikê û danasîna cilên neteweyî kirin. Li Amedê yekem car e ku defîleyeke wisa hate pêşkêşkirin ji ber vê yekê jî eleqeyeke mezin dît. Ji bilî cilên neteweyî nivîsê bi kurdî yên li ser cilan jî gelek bal kişand. Ji xwediyê fîrmayê Omer Fîdan piştî defîleyê axivî û got ku ew ê bi xebatên xwe reng, ziman, nasname, ziman û çanda kurdî bi mêvanan bidin nasîn. Fîdan anî ziman ku du xetên mexazaya wan hene û wiha berdewam kir: „Yek ji van xetan ew e ku em di serî de li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyeyê û hemû herêmên din bigerin, cil, berg û rengên neteweyî berhev bikin. Xeta me ya duyemîn ew e ku em bi reng, motîf, xet û daneyên neteweyî cudatiya di navbera me û marqeyên din de derxînin holê.“ Hevkarê din yê mexazayê Emrullah Zumrut jî da zanîn ku yekem car e tevlî fuareka wiha dibin eleqeyeme mezin dîtine. Zumrut, bi bîr xist ji bo ku gel xwedî li çanda kincên xwe derkevin divê di jiyana rojane de li xwe bikin.
AMED - DÎHA