MÎNA ROJ / ANF / STENBOL
Salîha Şanli diyar kir, bi çêkirina portreyên Dayikên Şemiyê ew hewl dide bibe dengê dayikan. Şanli got, ”Nebû ku ez bêdeng bimînim û bibim hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê.”
Salîha Şanli bi xwe jî ji Dayikên Şemiyê ye. Wê li 37. Fûara Pirtûkan a Stenbolê ya Navneteweyî, pêşangeheke wêneyan a bi navê ”Ax Eşqa Şemiyê” vekir. Şanli li salona 7’an portreyên Dayikên Şemiyê daliqandin û bi vî rengî dixwaze hîn bêhtir balê bikişîne ser têkoşîna Dayikên Şemiyê. Şanli got, wê bi Dayika Şemiyê Guzel Şahîn a rehmetî re dest bi xêzkirina portreyan kiriye û hewl dide bibe dengê dayikan.
Nedibû dilê xwe bigirim
Şanli diyar kir ku jiyana aram, aştiyane û bi hev re bi hesabdayina dema bihurî dibe û got, ”Divê aqûbeta mirovên hatine windakirin were eşkerekirin. Di rewşeke wiha de ku hesabê polîtîk û exlaqî hîna nehatiye pirsîn û dayikên windakiriyan li hestiyên zarokên xwe digerin, nedibû ku min derî, şibake û dilê xwe bigirta û nedibû bibûma hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê. Min hewl da bi keda xwe balê bikişînim ser mijarê û bibim dengê dayikên me.”
Meydana ji bo wicdan
Salîha Şanli li xwe mikur tê ku wê beriya niha ti karê hunerê nekiriye û ji sala 2012’an û vir ve li Meydana Galatasarayê tevî Dayikên Şemiyê têdikoşe. Şanli got, Dayikên Şemiyê her kesî weke zarokên xwe dibînin û wiha peyivî: ”Hembêza xwe li min jî vekirin. Meydana Şemiyê meydana wijdan e. Min dest pê kir ku bi dengê wijdanê xwe resmên dayikan xêz bikim.”
Ji bo mirov li ber êrişan rabin
Şanli êrişa li dijî Dayikên Şemiyê bi bîr xist û got, ”Hefteyên dawî êrişên giran li Dayikên Şemiyê tên kirin. Hêvîdar im ku ev pêşangeh qet nebe bala mirovan bikişîne ser mijarê û mirov karibin li ber êrişan rabin. Dayik hestiyên zarokên xwe dixwazin, dixwazin goreke wan hebe. Dema ku min ev êriş dît, min careke din fêhm kir bê têkoşîna me û wêneyên ku min çêkirine çiqasî manedar in.”