Şandeya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê doh ku di çarçoveya xebatên hilbijartinên Tirkiyeyê de, ji bo piştgiriya HDP’ê çûye Bakûrê Kurdistanê, mal bi mal li rex namzetên HDP’ê digerin. Şanda Tevgera Azadî di dema gera li malan de, ji gel daxwaz kirin ku ji bo serketina HDP’ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP’ê.
Endamê Rêveberiya Tevgera Azadî yê Germiyan Azad Qadir, derbarê xebatên piştgiriya bi HDP’ê re ji bo got: “Me wek şandeya Tevgera Azadî serdana şaredariya Sûrê ya Amedê kir. Şanda me ji aliyê hevserokatiya Şaredariya Surê ve hat pêşwazîkirin.”

Qadir wiha jî got; “Em îro li rex namzetên HDP’ê mal bi mal, kolan bi kolan digerin û ji bo HDP’ê dengan kom dikin.”
Sê roj e şandeya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya ku ji Başûrê Kurdistanê hatine Bakûrê Kurdistanê bi armanca piştgiriya ji bo HDP’ê, tevlî xebatên hilbijartinê bûne.


GÛRAN PÊNCÊКNÎ / ROJNEWS/AMED