Hin şervanên QSD` bi boneya roja yekemîn a cejna Remezanê çûn serdana koçberên Reqa û bi wan re cejn pîroz kirin, koçber li çolê li rojhilatê Reqayê dimînin û ji ber şer û pevçûnan neçar mane malên xwe biterikînin. Koçberên di konan de cejna xwe pîroz dikirin, li bendê ne ku şervan hemû herêmê ji çeteyan rizgar bikin.
Koçberan şervan bi germahî pêşwazî kirin û dan zanîn ku wan cejn pîroz nedikir, lê zarokan cil û bergên nû li xwe kiribûn û bi hatina şervanan re kêfxweşiya xwe zêdetir kirin.
REQA