Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ev demeke ji bo helwesta yekîtiya neteweyî li başûrê Kurdistanê ye.

Şande di çerçoveya serdan û civînên li gel partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de, doh li bajarê Silêmanî serdana baregeha Meclîsa Siyasî ya Komela Îslamiya Kurdistan kir û li gel Emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr û berpirsên din ên partiyê civiyan.

Şandeya ku ji Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, serokê Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî, serokê Partiya Çepgir a Kurdî ya Sûrî Mihemed Mûsa, cîgirê serokê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Mustefa Meşayix pêk tê ji aliyê Emîrê Komela Îslamî ve hate pêşwazî kirin.

Piştî civînê Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen têkildarî naveroka civînê ji çapemeniyê re axivî û got; “Em li gel endam û rêveberên Komela Îslamî civiyan. Naveroka civîna me wekî civînên li gel aliyên din, li ser çawaniya lihevnêzîkbûna helwesta aliyên Kurdistanî bû divê rewşa heyî de.”

 

 ROJNEWS/SILÊMANÎ