BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS/GERMIYAN
Li Germiyanê her ku diçe kampanya boykotkirina malê Tirkî berfireh dibe. Welatî, dermanxane û esnafên cilûbergan difiroşin jî bi kirdarî beşdarî kampanyayê bûne. Herwiha ji bo hişyariyê rojane hezaran belavok tên belavkirin.
Li herêma Germiyanê hinek, mamosta, rewşenbîr, çalakvanên sivîl û ciwanên dildar kammpanya boykotkirina malê Tirkî ragihandine. Roj bi roj boykotkirin berfireh dibe.
Welatiyê bi navê Perwêz Refhet got, Li gorî baweriya min, wê lawazbûna aboriya wê aliyê wê yê siyasî û leşkerî jî lawaz bike.”
Terze Mihemed jî got; “Daxwazê ji bazirganên Herêma Kurdistanê dikim ku êdî bazirganiya li gel Tirkiyeyê rawestînin.”
Endezyar Herêm Mehmûd got, ji bo gelê Kurd qonaxa man û nemanê ye.
Di nava bazara Kelarê de li ser yek ji dermanxaneyan wiha hatibû nivîsandin; “Bi ti awayî hûn dermanê Tirkî nabînin”