BOTAN GEMIYAN / GERMIYAN / ROJNEWS
Li Kelar jina ciwan a bi navê Ciwan Mihemed ev du sal in karê çêkirin û firotina bêhnê dike. Yekem jina ciwan e ku li vî bajarokî dest bi karekî bi vî rengî kiriye. Ciwan Mihemed diyar kir ku tevî hemû astengiyên civakê, armanca wê ye ku hişmendiya mêr a li ser jinê bişkîne.
Ciwan Mihemed jineke ciwan a ji navçeya Kelarê ya ser bi Germiyanê ye. Ew yekem jina ciwan e ku ev du sal in li navçeyê karê çêkirin û firotina misk, farmîn û bêhnên din ên xweş dike. Dikaneke wê bi xwe heye. Ji bilî vî karî, Ciwan Mihemed xwendekara qonaxa yekem ya beşa kompûterê ya peymangehê ye.
Piştî Ciwan Mihemed ji zanîngehê tê mal, ew saet 14:00’an diçe ber dikanê û heya saet 12’ê şevê bi tenê bi karê firotin û çêkirina bêhnê mijûl dibe. Her roj, ew çend saetan bi karê têkelhevkirin û çêkirina bêhnê, li gorî daxwaza mişteriyan, mijûl dibe.
Li gorî dilê mişterî
Ciwan karê xwe bi dilê xwe dike. Ew dibêje, ”Dema kesek carekê tê dikana min, bêhnekê dikire, êdî ew dibe mişteriyê min ê dewamî. Mişteriyên min pirranî yên dewamîne. Ev yek jî wisa li min dike ku ez bi heskirineke zêde bi karê xwe ve werim girêdan.”
Madeyên ku pê bêhn tên çêkirin ji Bexda tên. Ciwan jî ji bo bêhneke xweş û cuda jê çêke wan madeyan têkelhev dike.
Mişteriyên wê destpêkê dipirsin ka çi bandora bêhnan li ser tendirûstiyê heye. Axir li gorî bi mişterî dişêwire ka bêhneke dijwar, nerm, hişk dixwaze. Bêhn wekî din jî li gorî werzên salê diguherin. Piştî vê jî Ciwam Mihemed bêhna li gorî dilê mişteriyê xwe çêdike.
Min karî hişmendiya zilam bişkînim
Gelek kêfa Ciwan ji karê wê yê serbixwe re tê. Ji ber wê bi dilgermî û heskirin dest bi vî karî kiriye. Mêr û zêhniyeta zilamê serwer xwe rojane dide der, lê ew xwe serketî dihesibîne: ”Ez wekî jineke ciwan gelek kêfxweş im, min kariye hişmendiya zilam bişkînim û bibim xwediyê kar û dahateke serbixwe.”
Ciwan ji jinan dixwaze ku jin baweriyê bi xwe bînin: “Pêwîst e jin xwe ji bin serweriya wê hişmendiya zilam derxînin a ku dibêje, karê ji derveyî malê tenê zilam dikarin bikin, jin nikarin bikin. Bila baweriyê bi xwe bînin.”
Mişteriyên Ciwanê, bi pirranî jin in. Ji ber ku ji derveyî bêhnê hinek pêdiviyên din yên jinan jî difiroşe. Ciwan diyar dike ku xeyalên wê hene di dema pêş de projeya xwe mezin bike û bi navê xwe bêhn û cilên jinan çêke.