
Li zankoya Germiyanê pêşengehekê şêwekarî hat vekirin. Amedekarê pêşengehê diyar kir ku ew, bi tabloyan hewl daye êş û trajediyên gelê Şengalê, yên pêşmerge, şehîd û xwezaya Kurdistanê bi şêwekariyê îfade bikin.
Doh li navenda perwerdeya zankoya Germiyanê ya beşa Kurdî pêşengehekê şêwekariyê bi amedebûna hêjmarek berpirsên hikûmetê û rêveberên perwerdeya bajarê Germiyanê hate vekirin.
Xebatên wiha girîng in
Di pêşengehê de serokê beşa Kurdî ya zankoya Germiyanê û amedekarê pêşengehê Dara Hemîd axivî û got: “Bi armanca xizmetkirin û girîngî dayîna çand û hûnera Kurdî me xebateke wiha da destpêkriin. Her wisa ji bo pêşxistina asta zanistî û rewşenbîriya xwendakaran û arambexşiyê jî me girîng dît ku xebateke wisa bidin meşandin. Bi taybet ji bo ciwan ji tiştên neyînî yên li herêma Kurdistanê diqewimin dûr bikevin xebatên wiha girîng in.”
Her wiha Dara Hemîd got ku ev çalakî ji aliyê Beşa Kurdî ya Zankoya Germiyanê ve hatiye amadekirin û ev agahî dan: ”Di vê pêşengehê de 30 tablo ji aliyê xwedekarên Peymangeha Hûnera Xweşîk yê bajarokê Kufrî ve hatin pêşkêşkirin.”
HÛŞMEND KURDÎ / ROJNEWS / GERMIYAN