Li nava bazara navçeya Kelarê jin xwaringehekê bi rêve dibin û rojane gelek curên xwarinê pêşkêşî mişteriyên xwe dikin. Kiryar jî şanaziyê bi karên wan dikin. Mêrên navçeyê xwaringehê weke mînak dibînin. Jin û mêr daxwaz dikin ku jin ji malê derkevin û astengiyan bişkênin.
Li bazara navçeya Kelar a Germiyanê bi dehan xwaringek hene. Lê, xwaringehek ji yên din cudatir e. Cudahiya wê jî ew e ku yekane xwaringeke ku jin bi rê ve dibin. Piraniya xwarinên Kurdewarî pêşkêşî mişteriyên xwe dikin. Li gel vê jî goştê deve û hêştirme li aşxaneyê heye. Ev yek bala kiryaran dikêşe û rojane xelk berê xwe didinê.
Jinên li xwaringekê kar dikin, serê her sibehê ji bo pêşwazîkirina mişteriyan amadekariyan dikin. Rojane 8 saetan kar dikin. Piranî xwarinên kurdewarî yên weke gotilik, qerexerman, savar, birincê Kurdî, qelî, keleşêrê Kurdî û epraxan çêdikin û pêşkêşî mişteriyên xwe dikin.
Şine Cemal yek ji karmendê xwaringehê ye şanaziyê bi karê xwe dike, dibêje, divê jin guh nedin astengiyan û li pey armancên xwe biçin.
BOTAN GERMYAN/ROJNEWS