HPG’ê der barê çalakiya li dijî helîkopterê de ev agahî da; “Di 13'ê Cotmehê de di saet 11.00'an de li Girê Gipê ya Geverê li diJî leşkerên li derdora helîkoptereke skorsky a ji leşkeran re cebilxane û alavên leşkerî vediguhezand ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. ”
HPG’ê têkildarî çalakiya Çewlikê de jî got; “Di 13'ê Cotmehê de di saet 19.00'an de li navçeya Çêrmeya Çewlikê li dijî Qereqola Demê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya 2 kozikên nobedariyê û avahiya qereqolê bi awayeke bandor hatiye lêdan, lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Erziromê li dijî trenekê çalakî li dar xistine. Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku d 13'ê Cotmehê de di navbera saet 12.00-13.00'an de li ser riya Dersim - Erzinganê li herêma Kozmerîk ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin û wiha hat gotin; “Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û tirek a şîrketeke bi dijmin re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandine. Dîsa mamosteyeke xizmetê polîtîkayên bişaftinê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Piştî lêpîrsîna wî hatiye hişyarkirin û serbest hatiye berdan.”
HPG'ê ragihand ku Di 13'ê Cotmehê de di navbera saet 16.00-18.00'an de li ser riya Mûş û navçeya Pasûra Amedê ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin. 60 wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
ANF/BEHDÎNAN